Jinên ji Tirbespiyê: Di 2026’an de daxwaza me dîtina Rêber Apo ye
Bi hatina sala nû re hêviyên mirov geş dibin bi taybetî li erdnîgariyên ku şer û pevçûn didomin. Jinên ji gundewarên Tirbespiyê ji bo sala nû hêviyên xwe anîn ziman û gotin: “Em dixwazin di 2026’an de Rêber Apo bibînin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi hatina saleke nû re jinên li gundewarên Tirbespiyê dijîn daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew sala nû bi hêviya ewlehî, aramî û gihîştina mafên xwe pêşwazî dikin.
Jinên ji gundewarên bajarê Tirpespiyê daxwazên xwe yên ji bo sala nû ji ajansa me re anîn ziman.
Welîda Hisên da zanîn ku di sala nû de daxwaza wan dîtina Rêber Apo ye û ew dixwazin bi fîzîkî azad bibe û wiha got: “Xweşbûna vê salê ew e ku rejîma Baasê hat hilweşandin, ji ber ku erjîma Baasê gelek êş, zulm û tundî li ser gelê Sûriyeyê dikir. Hêviya me ew e ku di sala nû de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û hemû jin azad bibin. Di sala nû de em dixwazin Sûriye azad û demokratîk bibe, maf û hebûna jinan biparêze.”
‘Bûyera herî xweş a salê bihîstina dengê Rêber Apo bû’
Şehnaz EL-Ebdo diyar kir ku di vê salê de zehmetî di aliyê çandiniyê de hebûye û wiha pêde çû: “Di aliyê çandiniyê de me gelek zehmetî kişand, ji ber ku baran tunebû. Em bi hêvî ne ku di sala nû de baran were û Rêveberiya Xweser Mazotê zêdetir bikaribe bide cotkaran. Bûyera herî xweş ew bû ku îsal me dengê Rêber Apo bihîst. Rêber Apo bi fikrên xwe azad e lê daxwaza me ew e ku em Rêber Apo fîzîkî azad bibînin.”
‘Hêviya me ew ku di sala nû de Kurdistana me were avakirin’
Edîba EL- Hûsam destnîşan kir ku hêviya wê avakirina Kurdistanê ye û wiha anî ziman: “Kêliya herî xweş di vê salê de ew bû ku Kurd hemû bûn yek. Hêviya me ew e ku di sala nû de Kurdistana me were avakirin. Birayek min 37 sal in li serê çiyayan, daxwaza min ew e ku ez wî bibînim.”
‘Pêwist e mafên me di Sûriyeyê de çêbibin’
Emîna Mihemed Emîn da zanîn ku tişta herî esasî yekîtiya Kurdan e û wiha got: “Sala 2025`an salekî zehmet bû ji bo çandiniyê. Lê di heman demê de, em gelekî kêfxweş bûn dema ku Kurd hemû bûn yek. Pêwist e mafên me di Sûriyeyê de çêbibin. Daxwaza me ew ku di sala nû de Rêber Apo fîzîkî azad bibe, keç û xortên me berxwedaniyeke pir mezin raber kirin li Bendava Tişrînê û bi ser ketin.”