Jinên ji Koye dixwazin meleyê bêrêzî li şervana jin kir bê darizandin
Jinên navçeya Koye piştevaniya xwe ji bo berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiye nîşan dan û bertek nîşanî bêrêziya meleyê bi navê Mezher Xûrasanî li dijî şervanên jin dan.
ŞIYA KOYE
Koye – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke yek ji bûyerên herî girîng ên siyasî û civakî li herêmê derket û jin bûn hêza sereke ya xebat û berxwedanê. Ev şoreş tenê ne ji bo guherînên siyasî bû, ji bo parastina maf, azadî û nasnameya jinan bû. Di 6’ê Çileyê de êrîşên komên çete yên girêdayî HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin êrîşî taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd kirin. Li dijî van êrîşên hovane şervanan parastina xak û taxên xwe kirin. Jinên navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiye nîşan dan û bertek nîşanî bêrêziya meleyê bi navê Mezher Xûrasanî li dijî şervanên jin dan.
‘Bila hesab ji mele were xwestin’
Şêniya navçeya Koye Efsane Alşîn wiha got: “Ez wek jinek Rojhilat di vê rewşa niha de, xwe li hemberî Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr berpirsyar dibînim. Em hemû bi gelê xwe re ne. Ne tenê niha ji dîrokê ve şervanên me yên jin hebûn. Di nava me Kurdan de jin her dem beşdarî şeran bûne û di dema rejîmê de weke pêşmerge û bê cudahî bi mêran re şer kirine. Her dem rola jinên me berbiçav bû.”
Efsane Alşîn têkildarî gotinen mela li hemberî şervanên jin wiha got: “Ez wan gotinan qebûl nakim, her wiha ew jina ciwan a şervan ku qenas di destên wê de bû, piştî şerek giran li dijî dijminan meşand ji bo ku nekeve destên dijmin çalakiya fedaî kir. Ji cenazê wê tirsiyan û ew ji avahiyê avêtin xwarê. Em bêrêziya mela ya li hemberî şervanên jin, ku ax û rûmeta xwe diparên qebûl nakin û weke jin ez bi xwe gilî dikim ku dadgeha herêma Kurdistanê ceza bide wî.”
‘Têkoşîn didome û Kurd tune nabin’
Peyman Ebdulrezaq Şaîr têkildarî êrîşên li dijî Kurdan ên li Rojava wiha got: “Dema min wêne û dîmenên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye dît, ez gelek xemgîn bûm. Ev kiryar li dijî mirovahiyê ne. Ez bi xwe di salên 80’yan de beşdarî şoreşê bûm, min çek rakir. Em jin di hemû rewşan de amade bûn. Ji ber wê nabe ku cudakarî bikin û mêr jî nikarin bi tenê wî barî hilgirin. Ji ber wê ez dibêjim têkoşîn her dem didome û Kurd tu caran tune nabin.”