Jinên ji Kongra Star tevlî seferberiyê bûn

Endamên Kongra Star ên li bajarê Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxayê yên Kantona Cizîrê ragihandin ku ew tevlî seferberiyê bûne û wê herêmên xwe bi hêzên xwe biparêzin.

Navenda Nûçeyan- Endamên Kongra Star ên li bajarên Amûdê, Tirbesiyê û Çilaxa îro li ber navendên kongreyê yên li wan bajaran daxuyanî dan û tevlîbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku bûyer û komkujiyên li herêmên Rojava li dijî gelê Kurd têne kirin, li dijî hemû regez û nirxên mirovî ne. Her wiha bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî Rojava, hewldaneke tunekirina gelê Kurd e.

Jinan di daxuyaniya de tevlîbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku ew ê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin.

Çalakiyên xwendina daxuyaniyan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bûn.