Jinên ji Kobanê: Emê projeya xwe ya azadiya jinê mîsoger bikin

Jinên ji bajarê Kobanê li dijî feraseta hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li hember jinan, helwesta xwe nîşan dan. Jinan bi biryardarî anîn ziman ku çarçoveya ji bo jinên Sûriyeyê tê amedekirin, nûnertiya wan nake.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Rewşa Sûriyeyê ya heyî û feraseta hikûmeta demkî ya li hember jinan, her ku diçe dibe sedema hêrsa jinan. Jinên ku salên dirêj li Sûriyeyê bedêlên giran dan, jinên ku ji bo mîsogeriya hebûn û azadiya xwe bê navber ked dan û têkoşiyan, li dijî hişmendiya hikûmetê helwest nîşan didin.

Jinên ji bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber nasnekirina destkeftiyên jinan û şoreşa jinan a ji aliyê hikûmeta demkî ve, bertekên xwe yên tund bi ajansa me re parve kirin.

‘Hikûmeta demkî rastiyên dîrokî, civakî û siyasî înkar dike’

Bêrîvan Cuma destnîşan kir ku di nava geşedanên ku li Sûriyeyê tên jiyîn de, dibînin ku helwesta li hember jinan hîn jî xwe diparêze û wiha got: “Rast e, guhertin di hikûmet û desthilatdariyê de pêk hat, lê mixabin hişmendî hîn jî xwe didomîne. Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê, vê hişmendiyê bi temamî red dikin û napejirînin. Di civakeke ku jin tê de netewa sereke be û berpirsa nîvê din be, gelo wê çawa ev rastî were paşguhkirin? Ji bo vê jî em weke jin dijbertiya înkarkirina vê rastiyê dikin û ji bo mîsogeriya vê yekê jî ev salên dirêj in ku em di qadên têkoşînê de û bê navber bedêlên giranbuha didin. Lewra weke jin em mîsogeriya xwe ya siyasî, civakî, qanûnî û leşkerî dixwazin û ji bo vê jî emê têbikoşin da ku em bikin destûrî.”

 


‘Emê mafê xwe yê di destûr de misoger bikin’

Bêrîvan diyar kir ku di aloziya Sûriyeyê de jin bandoreke mezin dijîn û wiha pê de çû: “Jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di van salên aloziyê de bedelên gelek giran da û ziranên mezin jiyan. Jin hatin qetilkirin, tecawizkirin, revandin, kezeba wan şewitî, koçber bûn, perîşan bûn û hwd. Lewra jî êdî dem hatiye ku ev jin mafê xwe yê jiyanê mîsoger bikin û bi mîsogerî tevlî nava pêşeroj û avakirina Sûriyeyê bibin. Ji bilî vê em biryar, feraset û nêzikatiyên heyî qebûl nakin û nasnakin jî.”

Bêrîvan Cuma bi vê hevokê biryara jinan a di vê pêvajoyê de ragihand: “Em dizanin rêya me dirêj û tijî kelem e, lê ev nayê wê wateyê ku em lewaz bin û gavan paşve bavêjin. Berovajî vê em xwe nas dikin, di daxwaz û biryarên xwe de zelal in û emê têkoşîneke pir alî û dorfereh bimeşînin.”

‘Emê projeya xwe ya azadiya jinê mîsoger bikin’


Fatma Xelîl anî ziman ku şoreşa jinan riya azadiya jinan ronî kiriye û wiha got: “Şoreşa me ya jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ewqas bi bandor bû ku sînorên welatê me derbas kir û ji bo hemû jin û civakên azadîxwaz, bû sembola têkoşînê. Jixwe di şoreşa me ya li dijî desthilatdariya Rêjîma Baasê de me şoreşa xwe ya jinê jî da destpêkirin ku ev yek cudabûna me derxist holê. Jinên li Rojavayê Kurdistanê di kesayeta xwe de bi dehan qeyd, sînor û paşverûtiyên heyî şikandin û rêya azadiya ji hemû jinan re ronî kirin.”

Fatma teqez kir ku projeya wan a azadiyê xwe diparêze û wiha domand: “Dema ku îro hikumeta demkî van destkeftiyên me nas neke, ev tê wateya ku ked û têkoşîna me jî nas nake. Lê ji bo me ya girîng weke jin hebûn û keda xwe naskirin e. Me edalet, demokrasî û azadî nas kiriye. Ma em êdî qebûl dikin ku careke din vegerin weke berê? Projeya me ya azadiye jin hîn jî xwe diparêze û emê ji bo mayîndekirina wê jî têkoşîna pir mezin bimeşînin.”

‘Emê ji bo hemû jinên Sûriyeyê têbikoşin’
 


Xanim Elî ya ku tengezariya xwe li hember rewşa jinên Sûriyeyê raber kir, helwesta xwe wiha anî ziman: “Hikûmeta demkî jin vegerandin 50 sal berê û ku carek din weke hebûn nayê dîtin. Bi wateyeke din jin di nava herikîna vê pêvajoyê de rawestandin. Lê ev çarçoveya ku ji bo jinên Sûriyê didin diyarkirin, em weke jinên Kurd xwe di nav de nabînin û temsîla xwebûn, proje û nasnameya me nake. Emê vê têkoşînê jî ne tenê ji bo jinên Kurd bikin, di heman demê de emê bibin reng û dengê hemû jinên Sûriyê. Em di vî warî de bi biryar û îsrar in.”