Jinên ji Kobanê bersiv dan gefên li ser Şoreşa Jinan tê xwarin

Jinên ji bajarê Kobanê ku zarokên wan di berxwedanên pira Qereqozaqê de nemir bûn, bi gotina “Emê bi çekên zarokên xwe li dijî êrîş û hewildanên êrîşan bisekinin” bersiv dan gefên dewleta tirk û çeteyên cîhadîst yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Piştî hilweşîna Rêjîma Baasê ya di Kanûna 2024’an de ku HTŞ’ya cîhadîst xwe weke hikûmet ragihand, dewleta tirk û çeteyên wî êrîşeke mezin birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Êrîşên çeteyan ku ji sê eniyan ve ango li Dêrhafir, bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê pêk hatin, rastî berxwedaneke mezin a şervanên QSD’ê hatin. Piştî demekê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo piştevaniya bi şervanên xwe re, karwan bi karwan berê xwe dan bendava Tişrînê. Rast e bi dehan jin, ciwan û şervan nemir bûn, lê di encama berxwedana hevbeş a hêzên parastinê û gel de êrîş bê bandor man. Piştre di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz ve hevpeymaneke di asta leşkerî, siyasî û civakî de di 10’ê Adara 2025’an de hat îmzekirin. Hikûmetê ji bo pêkanîna entegrasyona di asta ewlehî de, qaşo heta dawiya salê qewl daye Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ji dawiya salê re demeke kurt maye, lê di vê navberê de gefên dewleta tirk û rayedarên hikûmeta HTŞ’ê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asteke mezin de bipêş ketine.

Li hember gefên li ser Şoreşa Jinan tê xwarin û êrîşên ku xwe didin der, jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe bi riya ajansa me parve kirin.

‘Rondikên dayîkan û xwîna zarokan welat parast’

Kurê Necmê Kenjo, di sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina Pira Qereqozaqê de, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de nemir bû. Dayîka Necmê, pêvajoya berxwedana bi tevahî bibîr xist û got “Welatê me bi rondikên dayîkan û xwîna zarokan hat avakirin û bipêş ket. Sala çûyî weke van rojan me ji bo parastina vê axê bedelên herî giran dida. Li gelek eniyên şer weke Tişrîn, Qereqozaq û Dêrhafirê, zarokên me karwan bi karwan berê xwe didan şer û cihê xwe di çeperên rûmetê de digirtin. Me jî weke dayîk, wê demê zarokên xwe bi tenê nehîştin, me xwe gihand eniyên berxwedanê û me piştevaniya wan kir.”

‘Di salvegera berxwedanê de heman gef tên xwarin’

Dayîka Necmê destnîşan kir ku ew li beramberî gefan xwedî heman helwestê ne û da zanîn ku salek derbas dibe, lê careke din rastî heman gef û hewildanên êrîşan tên. Necmê balkişand ser dijminatiya li hember gelê Kurd û wiha domand: “Mêjiyê dijminên me êdî ji gotina Kurd riziyaye. Ji bo vê jî di her derfetê de hewl didin ku me qir bikin. Ma welatekî ku bi xwînê hatibe avakirin, gelo hêsan e ku ji dest biçe? Bê guman em axa xwe bi erzanî nadin û heta dibêjim ku DAIŞ û hevkarên wan li kîjan erdîngariyê hebin, wê zarokên me li wir hazir bin ku weke dayîk emê jî bidin ser şopa wan. Çawa ku me weke gel û bi taybetî dayîk li bendava Tişrînê berxwedaneke hevpar li gel şervanên xwe kir, emê a niha jî bi heman sekin, biryardarî û helwestê dîsa heman bertekê berz bikin.”

‘Çavkaniya me ya hêz û berxwedanê Rêber Apo ye’

Necmê Kenco axaftina xwe bi gotina “Emê di eniyên her pêş de cihê xwe bigirin” domand û di dawiya nirxandinên xwe de ev peyam da: “Me sala çûyî di van deman de bi sedan şehîd spartin axê, ma wê kî vê qehremaniyê ji bîr bike? Lewra jî, weke jineke ji Kobanê ger pêwîst bike ezê biçim ji bo şervanan guleyan bikim çekan. Di vî warî de pêşengê me yê berxwedaniyê Rêber Apo yê ku ev 26 sal in bê navber têdikoşe. Bi taybetî jî weke jin ku her kesî got hûn yên malê ne, lê Rêber Apo ev gotin berovajî kir. Vaye jinên Kurd anha di eniyên herî pêş de ne jin, gelan û axa xwe diparêzin. A ev rastiya me ye, ji bo vê jî ev gefên ku her roj tên dubarekirin, vala û bê bandor in.”

‘Kurê min bi biryardarî û berpirsyariyeke welatparêz şer kir’

Leyla Mihemed Bozan ku kurê wê di şerê pira Qereqozaqê yê par de nemir bûye jî, da zanîn ku di pêvajoya şer a par de, kurê wê Diyar bi destûr bûye û wiha got: “Dema êrîş û pevçûnên li eniyên Dêrhafirê û Qereqozaqê destpê kirin, Diyar ji min re got ku ewê vegere nav hevalên xwe û tevlî şer bibe. Min jî kurê xwe oxir kir û şand nava hevalên wî. Diyar soz da min ku bi silametî vegere mal, lê piştî çû bi 10 rojan di oxira parastina gel û welatê xwe de şehîd bû.”

Dayîka Leyla pêvajoya ku jiyaye, bi van hestan bilêv kir: “Pêvajoyeke pir dijwar bû, li her derê şer û pevçûn bûn, me rojane şehîd didan, me nedikarî ne rakevin û ne jî xwarinê bixwin. Me nedixwest ku em koçberiyeke nû bijîn, ji bo vê jî me tevî hemû bûyerên ku jiyan kirin, dest ji vê axê berneda.”

‘Emê sozên li gel zarokên xwe bicîh bînin’

Leyla Bozan diyar kir ku ewê bi sozên li gel zarokên xwe, xwedî li mîrateya wan derkevin û wiha got: “Bûyerên ku me par jiyan kirin, em bihêztir kirin. Ji bo ku em vê axê ji dest nedin Diyar û bi dehan hevalên wî şehîd bûn. Me jî soz daye zarokên xwe ku em destkeftiyên wan biparêzin, ji bo vê jî em amade ne ku çekên zarokên xwe hildin û bibin mertal. Ev gef û êrîşên tirsonek ku her dem pêk tên bê bandor in, me pêvajoyên dijwar û girantir jiyan kiriye.”