Jinên ji ber çalakiyên 8’ê Adarê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du jinên Kurd ên ji ber 8’ê Adarê hatibûn binçavkirin, piştî zextan bi awayek demkî û kefalet hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Leyla Paşayî û Baran Seîdî ku li girtîgeha Sineyê dihatin ragirtin, bi kefaleta 599 milyon tumen pere, piştî zextan bi awayek demkî hatine berdan.
Hate gotin ku her du jin bi tometa ‘Têkdana ewlekariya nîştimanî’ tên sucdarkirin û bi vê hêcetê dosyaya yasayî li wan hatiye vekirin.
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê da zanîn ku her du jin ji aliyê îdareya îstîxbarata Îranê ya li Sineyê ve hatibûn binçavkirin, wan xistibûn girtîgehe yek kesî ya li Sineyê. Heman çavkaniyê destnîşnakir ku her du jin ji ber rêxistinkirina merasîma 8’ê Adarê hatibûn binçavkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 9’ê Adarê de Baran Seîdî (45) ya xelkê Sine û Leyla Paşayî (45) jî ya xelkê Seqizê û niştecihên Sineyê bûn, ji ber ku tevlî merasîma 8’ê Adarê bibûn hatibûn binçavkirin.