Jinên Iraqê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên dagirkeriyê dan

Jinên Iraqê bertek nişanî polîtîkayên dewleta Tirk ya dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê dan, bêdengiya herêma federe a Kurdistan, hikumeta Iraqê û koalîsyona navnetewî şermezar kirin.

RAJA HAMID REŞÎD

Iraq – Jinên Iraqê dixwazin bi awayek bandor beşdarî jiyana civakê bibin û navendek ku tê de aramiyek mayînde û bi ewle ye bi dest bixin. Lê belê ji ber zêdebûne mudaxeleya ji derve, rastî zehemetiyên cûr be cûr tên. Jinan bi taybet bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dan û diyarkirin ku armanca êrişan dagirkerî ye.

‘Li dijî êrişan em bersivek rast nabînin’

Nûnerê berê yê parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û wiha got: “Balefirên bê mirov yên dewleta Tirk li ser esîmanên Iraqê digere. Li dijî gund, bax û baxçeyên hemwelatiyên herêma federe a Kurdistanê êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk sînorên xwe derbas kiriye, sînorên welatên din binpê dike. Lê belê rayedarên Iraqê û koalîsyona navnetewî li hemberî tiştên tê jiyîn bêdeng e. Ên ku li gel zarokên xwe neçar dimînin ji herêmê derbikevin herî zêde ji tiştên tê jiyîn bandor dibin. Em weke jin li dijî binpêkirin û êrişên tê pêkanîn tên ba hev û daxuyaniyan didin, kampanyayên îmzayan didin destpêkirin. Lê belê em bersivek rast nabînin.”

‘Êrişên dewleta Tirk sûc e’

Rojnamevana li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Biryan Ehmed Zerdeşt ev tişt got: “Hedefgirtina welatiyên Iraqê ji aliyê dewletên cîran ve sûc e. Dewleta Tirk dikeve welatek cûda, sînorên wê binpê dike, mudaxeleya leşkerî dike û bêdengiya hikumetê jî dide nişandan ku di navbera wan de hevpeyman heye. Ez hedefgirtina jinan li Silêmanî şermezar dikim û bi giştî ez bang dikim ku hemwelatî û bi taybet jinên Iraqê werin parastin.”

‘Dewleta Tirk dixwaze Musil bixe destê xwe’

Rojnamevan Henan Salim êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Di xeyalên dewleta Tirk de bidest xistina Musilê heye. Em bêdengiya PDK û hikumeta Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk li gundên me gundiyan dikin hedef û êrişên xwe berdewam dike. Divê binpêkirina tê jiyîn neyê qebulkirin û divê bertekên pêwîst were nişandan.”

‘Divê ji bo şer bi rêyên aştiyane were çareserkirin gav bên avêtin’

Seroka komeleya Lots a Femenîst li bajarê Besra li Başûrê Iraqê Ilham Nasir El Zibêdî bi van gotinan bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk da û got: “Biryara 1325 ya Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî di aliyê çareseriya hemû nakokiyan bi rengekî aşityane ji bo ewlehî aştî û jinan giring bû û em dixwazin biryar were pêkanîn. Li  hemû welatên cîhanê şer berdewam dike û encamên wê bi taybet bi pêşketina teknolojiye re hê zêdetir nerênî û hilweşîn dibe. Divê ji bo şer bi rêyên aştiyane werin çareserkirin gav bên avêtin.”