Jinên Idlibê tevî zextan jî di ajotina otomobîlan de bi israr in

Jinên Îdlîbê ku neçar dibin di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî HTŞ de bijîn ji bo jiyana xwe bidomînin û biçin karên xwe rûxmê qedexeye jî hewil didin otomobîl bajon û fêr bibin.

HADİL AL-OMAR

Îdlib–Jinên Îdlîbê ên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ) de dijîn ji bo mafên xwe yê bingehîn bi dest bixin xeteriyê didin ber çav û tekoşînek mezin didin. Ajotina otomobîlan ji bo qalibê paşwerû şikandin û di hinek qadan de aktîf tevgerandin û karkirin gavek girîng e. Bi taybetî jinên ku li herêmên di bin dagirkeriya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de dijîn, gihandina van mafan gelek caran dibe sedema girtin û jiyana wan. Jinan li dijî hemû zext û zehmetiyan li berxwe didin.

Hikumeta girêdayî HTŞ rê nade ku jin ehliyetê bigrin. Hala Celal a 29 salî di navçeya Qah ya gêrêdayî bakurê Îdlibê dijî diyar kir ku piştî di saziyek perwerdê de kar peydakiriye û ji ber ku cîhê kar ji malê 30 kîlometre dur e biryar daye ku ferî ajotina otomobîlê bibe. Hala Celal destnîşan kir ku ji ber di çûn û hatinê de gelek astengiyan re derbas dibe dixwaze ferî ajotina otomobîlê bibe.

Hala Celal di destpêka axaftina xwe de got ku dema ew xwestiye fêrî ajotina otomobîlê bibe di nav civakê de rastî rexneyên ‘wekî mêr e’ jêre hatiye gotin. Hala Celal diyar kir ku ev rexneyên tê kirin li pêşya wê nabe asteng.

Nêzîkatiyên ku xeyal û karê wê asteng dike derbas dike

Maram Al Şardoub jî ceribandina xwe ya ajotina otomobîlê bi wan gotinan anî ser ziman: “Dema ez bi erebê diketim herema ku ez lê dijîm zarok hemû li derdorê min kom dibûn. Ji bo ku xebatên min bi pêş bikevin, diviyabû astengiyên ku li pêşiya beşdarbûna min a jiyanê asteng dikirin ji holê bihata rakirin û ji ber dûrbûna cihê lê dijîm û kar pirsgirêka herî mezin a çûnûhatinê bû. Min biryar da ku ez van hemû zehmetiyan û zextan ji nedîtî ve bibînim û ferî ajotina otomobîlê bibim.

Maram Al Şardoub, da zanîn ku di her qezayeke trafîkê de rastî gelek rexne û sûcên nezaniyê tê û wiha got: “Hemû rexneyên ku li min hatin kirin nîşan dide ku mêr wisa difikire ku jin nikarin tiştekî bikin. Maram Al Şardoub difikire ku rûxmê hemû astengî û zextan xeyal û karê xwe bi ser xistiye.”

Ajokarî veguherand karekî

Salma El-Dalu a 37 salî ji ber azwerî û hezkirina xwe ya ji bo ajotinê di ciwaniya xwe de, bi fêrbûnê re sînordar nema dema di kargehek taybet de kar peyda kir ew wek karekî pêşxist. Şîrketên veguheztinê bi taybetî ji bo bicihanîna daxwazên jinan pêwîstiya şofêrên jin hene. Selma El-Dalu çîroka destpêkirina vî karî wiha vedibêje: “Jin ji seyaheta bi şofêrên mêr re ditirsin, ji ber ku dema bi tenê ne ji tacîz û revandinê ditirsin, lewma şofêrên jin ji ber xizaniyê vî karî dikin da ku dahata malbatên xwe peyda bikin. "

'Divê jin perwerdeya ajotinê bibînin'

Weke hîndekar Nazîra El-Hason a 40 salî amaje kir ku îradeya jinan a ajotinê zêde bûye û got, "Eleqeya jinan a ajotinê zêde bûye da ku bigihîjin kar û pêdiviyên xwe yên rojane û debara jiyana xwe bikin."

Nazîra El-Hason diyar kir ku îro pêwîstiya jinan bi kesekî heye ku di biryardayînê de piştgiriya wan bike û wan teşwîq bike ku tevî şert û mercên zehmet û astengiyan bi ewle gavên xwe bavêjin û wiha bi dawî kir: “Jin dikarin ajotinê bikin, lê divê beriya her tiştî perwerdehiyeke berfireh bibînin. Ezmûnê bi dest bixin."