Jinên hunermend di mihrîcana ‘Hewaya Bexdayê me dike yek’ de kom bûn
Li Bexdayê Mihrîcana ‘Hewaya Bexdayê me dike yek’ ji aliyê Komeleya Hunerê ya Kehreman destpê kir. Ji bajarên cuda yên Iraqê 40 jinên hunermendên şêwekar û dîtbariyê bi berhemên xwe beşdar bûn.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Komeleya Hunerê ya Kehramaneyê roja Duşemê 15’ê Hezîranê li Hola Klûba Elwiyan a li Bexdayê Mihrîcana bi navê ‘Baya Bexdayê me dike yek’ hat li darxistin. 40 hunermendên ji paytext Bexda û bajarên cuda hunermendên hunera plastîk beşdar bûn.
Di çarçoveya mihrîcanê de Seroka Komeleya Hunerên Ciwan a Kehramane û hunermend Melak Cemîl axivî û diyar kir ku mihrîcan ji bo destekdayîna jinên xuliqkar ên Iraqê di qadên cuda yên hunera plastîk û firsenda bazarkirinê hatiye lidarxistin. Melak Cemîl da zanîn ku komele hewl dide bi riya van çalakiyan sûdê bide bihêzkirina aboriya jinan. 5 dîzaynerên modeyê ku berhemên cuda yên keda destan di mihrîcanê de cih girtin.
Melak Cemîl da zanîn ku ku çalakiyên komeleyê ne tenê li ser asta herêmî ye û ragihand ku Weqfa/Rêxistina Picasso ya li Spanyayê ku ji hêla xizmek wênesazê navdar ê cîhanê Pablo Picasso ve tê birêvebirin, di mijara beşdarbûna hunermendên jin ên Iraqî di çalakiyên pêşerojê de li hev kirine.
‘Em ji bo jinan hewl didin’

Melak Cemîl got ku li projeyek ji bo organîzekirina ‘Şeva Iraqê’ li Tûnisê ku helbest, muzîk û hunerên dîtbarî digre nava xwe dixebite, ji derveyî vê jî plan dikin ku metbexa Iraqê di mihrîcanên navneteweyî de cih bigrin û xwarinên gelerî ya Iraqê bidin nasîn.
Melak Cemîl diyar kir ku komele ji bo teşwîqkirina hunermendên jin bazar, pêşangehên modayê û bernameyên xelatdayînê yên salane li dar dixe û got: “Em armanc dikin ku ruhê reqabetê di navbera hunermendên ciwan û xwedî ezmûn de bi pêş bixin. Em qursên wênesaziyê li dar dixin, alîkariya beşdaran dikin ku beşdarî pêşangehan bibin û ji ber kiriya zêde ya salonan, em hewl didin qadên belaş ku bikaribin berhemên xwe nîşan bidin û bazar bikin peyda bikin.”
Peyama bi rengan

Hunermenda Kurd Buşra Îsmaîl a ji bajarê Silêmaniyê hatiye bi tabloyek ku wateyên mirovî û neteweyî hildgire beşdarî mihrîcanê bû, got: “Rengê kesk ê di berhema min de serdest e sembola şahî û jiyanê ye, rengê şîn ewlehî û aştî ye. Bi van rengan min bal kişand ser şer û krîzên ku Iraqê dîtine. Tevî hemû zehmetiyan jî encam her dem jiyan û kêfxweşî ye.”
Azweriya wêne

Hunermend Negham el-Salihî diyar kir ku her çendî di qada rêveberî û aboriyê de xwedî dîplomaye jî ji zarokatiyê ve bi hunerê re eleqedar e, li ser hunera cam, plastîk û dar bûye pispor û bi taybetî tercîh dike ku bi cam û neynikan bixebite û got: “Rêwîtiya min a hunerî wekî hobiyek dest pê kir, paşê beşdarî ‘Koma Hunerê ya Sultana’ bûm û bi vî awayî hobiya min destpêkê bû karekî profesyonel û piştre jî bû azweriyek mayînde. Ez rengan dişibînim deryayek ku mirov her tim xwe dixe nav kûrahiya wê de.”
‘Reng peyda nabin’
Negham el-Salihî bal kişand ser zoriyên rastî hatî û got: “Di destpêkê de bi taybet nebûna hinek rengên boyaxê li bazarên herêmî tê. Di bidestxistina rengê firûze ku rengek gelek daxwaz li ser heye de ez pirsgirêkan dijîm. Ji ber erkên malbatî û berpirsiyariyên rojane ez tengasiyên demê dijîm û hewl didim di navbera hunera xwe û jiyana malbatî de hevsengiyê çêbikim.
Destdana Hindî

Li aliyê din, dîzaynera modayê Hedil Saadun es-Saidi, xwediya projeya ‘Indian Touch’ (Lemset Hindiye), diyar kir ku berhemên wê cûrbecûr in, di nav de cil, aksesuar, serpoş, abaya, şalwar, sariyên zarokan û bûkan heye û got: “Hemû berhem bi destan hatine çêkirin û Hindî ne, ez hem bi komî hem jî parçe bi parçe difroşim. Li navçeya Cadiriye ya Bexdayê firoşegehek min heye. Her çendî min beşa kîmyayê xwendiye û berê laboratuwareke analîzên bijîşkî birêve biriye jî daxwaza min a ji bo modayê ez ji wî warî dûr xistime. Ji ber wê, min berê xwe da bazirganiya cilên Hindî û bûtîka xwe vekir.”
Hedil Saadun es-Saidi diyar kir ku daxwaza ji bo van cureyên cilan her diçe zêde dibe û her wiha ew qumaşên Hindî bi kar tîne û dîzaynên ku ji marqeyên bi nav û deng ên dinyayê îlham girtiye jî amade dike.
Berhemên xwezayî

Zeyneb Sair ku berhemên xwarinên xwezayî bi marqeya ‘Meymun Kitchen’ nîşan dide, diyar kir ku navê marqeyê ji navê kurê xwe îlham girtiye û got: “Ez ji Fakulteya Perwerdeyê mevzun bûme. Eleqeya min a ji bo hilberîna berhemên xwarinên xwezayî hêdî hêdî bûye pîşeyek ku bi baldarî û heskirin didomînim. Berhemên min ji rûnê zeytûnê yê xwezayî yê berhemên bi tendurist ên ji kuncî tên çêkirin û cûrên cûda yên biharatan pêk tê. Rûnê zeytûnê yê ji Sûriyeyê tê hawirdekirin di atolyeya xwe de bi karanîna rêbazên ku kalîteya wê diparêzin û pêşî li oksîdasyonê digrin, dixim şûşeya û amade dikim. Projeya min, ev nêzî şeş salan e dixebite, hem firotina bi cumle û hem jî ya bi perakende dikim. Armanca min ew e ku berhemên xwarinê yên xwezayî pêşkêş bikim.”
Mîrat û xuliqkarî

Xwediya projeya ‘Jute Shenashil’ û mamosteyeke teqawîbûyî, Sena Ubeyd Davud el-Amirî, got ku wê bi piştgiriya hevalek xwe jêhatîbûna xwe bi pêş xistiye û bi demê re di hunerên destan ên bi karanîna çerm û jute de bûye pispor. Diyar kir ku ew modelên mîrateya çandî ya Bexdayê nîşan didin û tabloyên çermê xwezayî yên ku sembolên Iraqê, bi taybetî dara xurmê, nîşan didin, çêdike û got:
“Astengiya herî girîng a rast hatim nebûna derfetên pêşvebirin û bazarkirinê yên nebaş û teqdîrkirina hewldana pêwîst ji bo hilberîna berhemên destan e. Ji derveyî wê jî bihayê beşdarbûna bazar û pêşangehan zêde bûne û ev jî astengiyek mezin e. Divê rayedarên pêwendîdar derfetên bêtir ji bo kesên jêhatî peyda bikin û ev yek dê bihêle ku proje werin piştgirîkirin û pêşvebirin.”
Afrîneriya jinan hêjayî piştgiriyeke zêdetir e

Hunermenda hosta Fatîma el-Rubaî ku beşdarî festîvalê bû, diyar kir ku jinên Iraqî bi berhemdarî, hêz û afirîneriya xwe di warên cuda yên jiyanê de derdikevin pêş û jinên Iraqî di seranserê dîrokê de di gelek waran de serkeftinên girîng bi dest xistine, xebatên pêşeng kirine û got: “Destkeftiyên jinên Iraqî bala navneteweyî û xuyabûna ku heq dikin negirtine. Iraq, hem di nav ciwanan de hem jî di nav kesayetiyên pêşeng de xwedî potansiyeleke mezin a afirîneriyê ye. Çanda pêşvebirina destkeftî û berhemên Iraqî hîn jî hewceyê piştgiriyek bêhtir e. Huner û çand stûnên bingehîn ên berdewamî û pêşketina civakan in. Jinên Iraqî dê her gav bûna sembola afirînerî, serkeftin û fedakariyê bidomînin.”