Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara 153'emîn a Kovara Jinê bi sernavê ‘Ji Rojava ber bi Cîhanê ve: Demokrasî, Rizgariya Jinan û Têkoşîna Kurd’ hat weşandin.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 153'emîn a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin vê hefteyê bi sernavê ‘Ji Rojava ber bi Cîhanê ve: Demokrasî, Rizgariya Jinan û Têkoşîna Kurd’ hat weşandin.

Kovarê di vê hejmara xwe ya 153'yemîn de, bal kişand ser pirsgirêka Kurd, têkoşîna rizgariya jinan, perspektîfa neteweya demokratîk û lêgerîna aştiyê, ya di çarçoveya ezmûna Rojava de. Têkiliya di navbera dewlet, civak û desthilatdariyê de; berxwedan û bihêzkirina jinan; hiqûqa navneteweyî, şer û aştî bi hev re têne nîqaşkirin û îhtîmalên modelek civakî û siyasî ya alternatîf li Rojhilata Navîn têne vekolandin.

Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:

*Israra di Neteweya Demokratîk a Kurdan de / Rûşen Seydaoglu

*Tu komên Cîhadîst Nikarin Pêşî li Azadiya Jinan Bigrin ! / Oya Açan

*Ji Medûsa Heta Rojava Dewleta ji Porhonandinê Ditirse / Esra Bîlen

*Ji bo Rojava Aştî ji bo Cîhanê Aştî / Esra Kahraman

*Rojava û Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî / Sevda Çelîk Ozbîngol

*Kobanê û Rastiya bi Efsûn a Jinan  / Sevda Çetînkaya