Jinên Hesekê: Em ji mirinê mezintir in û piştgiriyê didin hêzên xwe

Bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam, DAIŞ û komên girêdyî dewleta Tirk ve rastî gefên dagirkirinê tê. Tevî hemû êrîşan jî hevgirtina Kurdan bi hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî berxwedanê dibin re didome.

Hesekê- Jinên ku beşdarî parastina bajarê Hesekê bûn, destnîşan kirin ku ew ê li dijî êrîşên hovane ya cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam û li dijî komkujiya li ser gel û jinên Sûriyeyê, li herêmê projeya demokratîk biparêzin.

‘Em ê piştgiriyê bidin Hêzên xwe yên ku me diparêzin’

Heyfa Muhammed a ji Hesekê, wiha got: "Em îro ji bo pêşwazîkirina gelê Rojhilatê Kurdistanê derketin qadan. Gelê me piştgirî dan banga seferberiya giştî û tevlî berxwedana gel a li Rojava bû. Em pir kêfxweş in ku destê alîkariyê dirêj kirin û beşdarî vê berxwedanê bûn. Bi vê helwestê îsbat kirin ku Kurd yek in.”

Heyfa Muhammed, axaftina wiha domand: "Em silavên xwe ji bo gel û malbatên Kobanê yên di bin dorpêçê de dişînin. Heta ku berxwedana we berdewam bike, em ê Kurdên li seranserê Kurdistanê li ber xwe bidin. Em bihêvî ne û moralê me bilind e. Bi taybetî wek dayîk, em berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Bi rojan e, bi şev û roj ranezan û hemû şêniyên Hesekê, jin, mêr ciwan û kal, bi dorê bajar û taxên xwe diparêzin."

Heyfa Muhammed, diyar kir ku îradeya gel li dijî cîhadîstên El-Colanî û dagirkeriya Tirkiyeyê nayê şikandin û hêza wan ji zarokên herêmên wan pêk tê û wiha axivî: "Em ê piştgiriyê bidin hêzên ku me diparêzin û em ê tu carî zarokên xwe bi tenê nehêlin. Em mirovên ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatine afirandin in. Em ê tax, bajar û axa xwe neterikînin. Em ê Rojavayê Kurdistanê ji bo van cîhadîstan veguherînin goristanê.”

Heyfa Muhammed, bal kişand ser gefên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê: “Ew dibêjin ku ew ê Rojava ji me bistînin. Lê heta ku em sax bin, kes nikare axa me bistîne. Em ê hemû bi canê xwe axên xwe biparêzin. Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Asayîş li vir in; ew ê nikaribin bikevin."

Heyfa, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Me heman tişt di berxwedana Bendava Tişrînê de dît. Vê demê berxwedana gel bi ser ket û îro jî em ê carek din bi berxwedana şerê gelê şoreşgerî bi ser bikevin. Mîna ku şehîd Bavê Teyar got; ‘Em ji mirinê mezintir in’.”

 

‘Em dev ji destkeftiyên şoreşa xwe bernadin’

Delala ku ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava beşdarî seferberiya giştî bûye, bi van gotinan bertek nîşanî êrîşên hovane yên li ser herêmê da: "Em naxwazin komên çekdar bikevin bajarên me. Em bi saya fedakariya şehîdên xwe li vir di nava ewlehiyê de dijîn. Em naxwazin rêveberiya demkî kontrolê bi dest bixe.”

Delal, pirsa "Em çawa dikarin vê yekê bixwazin?" kir û wiha got, "Cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam li Reqayê porê şervanek ji Yekîneyên Parastina Jin birîn û li Helebê jî cenazeyê şervanek jin ji qata sêyemîn avêtin. Ew ji bo kuştin û talankirinê hatine. Em dev ji destkeftiyên şoreşa xwe bernadin. Me ji bo rizgarkirina bajarên xwe, ji van komên tundwer bi hezaran şehîd dan.”

Delal, axaftina xwe wiha dawî kir: “Axa bajarên me qirêj kirin, mirovên ji kêmarên Durzî, Elewî û Kurd qetil kirin, dêr şewitandin û bi navê olê sûcên qirêj li dijî me kirin. Lê ew tenê dizanin sivîlan qetil bikin, jinan birevînin û li sûkan bifroşin. Çeteyên HTŞ’ê feraseta DAIŞ’ê dipejirînin."