Jinên Helebê: Qetilkirina Şîrîn Oso sûcekî bipergalî ye
Kongra Star li Helebê, bi daxuyaniyekî qetilkirina Şîrîn Oso şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan kir ku tavilê tevbigerin û hesab ji sûcdaran û komên ku piştgiriyê didin wan bê xwestin.
Heleb - Jina ciwan Şîrîn Oso a 19 salî, li mala xwe ya li gundê Aşkan Xerbî ya girêdayî navçeya Cindiresê ya Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye, bi guleyan hate qetilkirin. Ev yek di nava jinan de bû sedema hêrsek mezin.
Kongra Star li Helebê, der barê qetilkirina Şîrîn Oso de daxuyaniyek da û cînayetên jinan ên di bin navê namûsê de şermezar kir.
Daxuyaniya Konga Star li Helebê li ber kafeterya Telet Heleb, bi Erebî ji hêla endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star Hêvîn Mûsa û bi Kurdî ji hêla endama Kongra Star Zîlan Bilal ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku ev sûc ne bûyerek tenê an qezayek bû, lê belê sûcek rêxistinkirî bû, ku bi hişmendiyek baviksalar a têkçûyî hatibû plankirin.Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şîrîn Oso ya di hawîrdorek bi hovîtiyê tê rêveberin de jiyan dikir, hate qetilkirin. Ev hebûna siyasetek bipergalî ye ku armanc dike tundiya li dijî jinan li Efrîna dagirkirî zêde bike eşkere dike. Kaos serdest e, tu qanûnên astengker an saziyên parastina mafên jinan nîne, sûcdar bêceza dimînin û sûc bi hincetan tên rewa kirin.”
Di daxuyaniyên de cînayetên bi zanebûn ên jinan ên bi taybetî li Efrîna dagirkirî hate şermezar kirin û hate destnîşan kir ku ev sûc trajediya ji ber nebûna qanûn û rêziknameyan ji bo parastina statuya jinan nîşan dide. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku nêzîkatiya tund a rêveberiya heyî ne tenê jinan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dike, di heman demê de wan bi awayekî pergalî ji holê radike. Biryara dawî ya dayîna welayeta zarokan ji xizmên pileya duyemîn û sêyemîn, qanûnên ku divê mafên jinan biparêzin paşguh dike û hewldanên rêveberiya demkî ya dûrxistina jinan ji jiyana civakî û siyasî eşkere dike.
‘Hedefgirtina jinan binpêkirinek giran a li dijî tevahiya mirovahiyê ye’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ev sûcê pargelî çavkaniya şermê ye û rewşeke ku divê were şermezarkirin e û wiha hate gotin: “Ev yek ne sûcê yekem û dawî ya li dijî jinan e û dibe ku bûyerên bi vî rengî ji ber êrîşên berdewam ên li dijî jinan ji aliyê zihniyetek tundrew ve dubare bibin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan dikin ku tavilê tevbigerin û hesab ji sûcdaran û komên ku piştgiriyê didin wan bê xwestin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jin bingeha jiyanê ne û hedefgirtina wan binpêkirinek giran a li dijî tevahiya mirovahiyê ye.