Jinên Filistînî tevî şerên heyî jî jiyana nû ji xwe re diafirînin

Jinên li Zîvala Xezayê nêzî salek e di nava şer de jiyana xwe, di nava mal û bajarê ku hatiye rûxandin de hewl didin ji nû ve ava bikin. Lê her cara ku hinek be jî xwe li jiyanê digrin, neçarî koçberiya dimînin.

NEXEM KARACA

Xeza – Êrişên Îsraîlê yê Ii ser Zîvala Xezayê didome.  Jinên Filistînî tevî rûxandina cih û warên xwe û şerê ku bi hovîtî berdewam dike jî, berxwedana xwe ya jiyanê didomînin. Tevî hemû êşan ew xwe ji bin kavilan xilas dikin û jiyana xwe ji nû ve diafirînin.

Jina ciwan Bereke Behar a 30 salî ne tenê dîzaynera cilên normal bû, sembola îrade û pêkanîna xewnên xwe bû. Di sala 2010’an de bû cilên ku Bereke Behar çêdikirin mîna wan tune bûn. Ji ber jîr û jêhatîbûna xwe, ji nava xizanî û rewşên zehmet xwe rizgar kir. Dikaribû balê bikşîne ser xwe û beşdarî gelek projeyan bibe. Bereke Behar di nava tîmeke jinan de li peymangeha El Emel a sêwiyan kar kir. Bi salan cil ji zarokan re çêkir. Ji xwe re hinek pere jî dan hev û dest bi karê xwe yê taybet kir, xewna xwe pêk anî.

Jiyana ji tayan

Bereke Behar li ser wê demê wiha got: "Di her gava min davêt de min tiştekî nû li projeya xwe zêde dikir. Min navê projeya xwe kir “Jiyanek ji tayan" da ku ji jiyana min a bi tayên ez bi hezkirin bikar tînim re belge be."

Bi her dirûtinê re Bereke Behar çîroka berxwedana xwe ya berdewam didirût. Ew bi gelek zehmetiyên aborî û civakî re rûbirû ma. Karê xwe di hundirê malê de dikir. Hin maşîneyên wê yên dirûtinê hebûn û hinek jî parçeyên cilan peyda kiribû. Bi demê re ev proje bû jêdera debara wê û malbata wê.

Şer pîvanan diguherîne û xewnan têk dibe

Şerê li Xezayê jiyana Bereke Behar serûbinî hev kir. Di 7’ê Cotmeha sala borî de xewn ne tenê armanceke dûr man, bûn tişteke ne mumkun. Bombebarana dijwar a li dijî herêmê her tiştî rûxand. Tiştek ji werşeya Bereke nema ji bilî keviran. Piraniya maşîneyên dirûtinê şikestin, di bin kavilan de man. Keda bi salan di kêliyekê de bi avê re çû.

Bereke Behar diyar kir ku ew di wê demê de 7 meh ducanî bû ji ber wê yekê êşa ku kişand girantir bûye, ew bi malbata xwe re koçberî navendên stargehan bûne. Bereke Behar diyar kir ku piştî mala wan hatiye rûxandin cihek lê bimînin nemaye, gelek caran koçber bûye û gelek zehmetî kişandine û got: "Her rojeke ku di ser me re derbas dibû weke kabûsê bû. Her şevek jî bi xwe re gelek êş û eleman dianî."

Birîndar bû lê bi rengekî ecêb xilas bû…

Di nîvê meha kanûna duyemîn de bombebarana li dijî herêma ku Bereke Behar lê koçber bûbî dijwartir bû. Rewş di şevekê de gelekî xirab bû. Dema ku dixwest parastina zarokên xwe bike, guleyek ji balafireke bêmirov li piyê wê ket lê belê şansa wê baş bû, ji mirinê rizgar bû. Tevî birîna wê dijwar bû jî derfetên dermankirinê tunebûn. Piraniya nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê ji xizmetê derketibûn. Êşa Bereke Behar bi hefteyan domiya û bi zehmetî rehet bû.

Hewldana ji nû ve avakirina jiyanê

Bereke Behar wiha li ser rewşa xwe wiha dibêje: "Piştî çend meh û rojên dirêj ên koçberî û bêhaliyê, ez careke din dixwazim jiyana xwe ava bikim. Fikra teslîmiyetê di ferhenga min de tune ye. Min biryar da dest bi projeyeke biçûk bikim ew jî sererastkirina cilên koçberan e. Bi taybetî li bazaran cilên nû tune ne. Ger hebin jî bihayê wan pir zêde ye ji ber ku derî girtî ne. Xaltiya min gelek piştgirî da min, ji bo ez ji nû ve dest pê bikim.”

Makîneyên xwe yên dirûtinê ji bin kavilan derxist

Bereke Behar di bin kavilan de bi hêviya ku tiştekî ji alavên xwe yên kevin bibîne geriyaye. Piştî demek dirêj ji lêgerînê 3 maşîneyên xwe yên dirûtinê dîtine lê belê pêwîstiya wan bi sazkirinê hebû ji ber zirar ji bombebaranê dîtibûn. Bereke bi îsrara xwe qorziyek biçûk ji odeyekê li nava navenda stargehê veqetandiye û dest bi karê xwe kiriye. Niha koçber berê xwe didin ba wê ji bo cilên xwe yên qetiyayî bidirûn. Bereke kêfxweş bûbû ji ber ku dest bi karê xwe kiribû lê belê wê kêfxweşiyê nedomiyaye.

Êşeke nû rûxandineke din

Dema ku Bereke Behar hewl dida ji nû ve li ser lingên xwe bisekine, hêzên Îsraîlê êrişî taxa El Tifah kirin. Taxa ku Bereke lê dijî bû ew der. Careke din neçar ma bi zarokên xwe re bireve û li cihekî din bimîne. Di wê demê de zarokê wê nû çêbûbû. Her tişt li pey xwe hişt û koçber bû tevî maşîneyên dirûtinê, yên ku bi zehmetî saz kiribûn. Reva wê di wê şevê de weke mucîzeyek bû ji ber bi zorê jiyana xwe xilas kir.

Bereke Behar li ser wê şevê wiha dibêje: "Piştî vekişîna hêzên Îsraîlê, ez careke din vegeriyam ji bo li tiştên xwe binêrim. Lê belê min dît ku tabloyên enerjiya rojê yên min ji bo vêxistina makîneyên xwe bi kar dianîn hemû hatine rûxandin. Ez careke din xemgîn bûm."

Bereke Nehar ne ji wan kesayetên bi hêsanî teslîm dibin e. Careke din hewl daye rabe ser xwe tevî hemû bûyerên hatin serê wê jî biryar da careke din têbikoşe.

Îsrara ji bo berdewamkirinê

Bereke Behar careke din dest bi karê xwe kiriye. Cilên ku maşîneyên wê yên dirûtinê di deqeyekê de didirûtin niha bi destan didirû û dibêje: "Min fikra bikaranîna tabloyên enerjiya rojê ji serê xwe avêt. Maşîneya dirûtinê ya dayika min hat bîra min. Bê kehrebe dixebite lê belê pêwîstiya wê bi bingeheke nû ji bo karkirinê hebû. Tevî ku sermiyanê min jî tunebû min hewil da û teslîm nebûm."

Bereke Behar di dawiya axaftina xwe de got: "Tevî şerê dijwar ê ku pênaseya wê nayê kirin jî jinên Filistînî sembolên berxwedanê ne."