'Jinên Filistînî bi xwîna xwe şerê rizgarkirina axa xwe nivîsandine'

Çalakvana Tunisî Nebîla Hemza diyar kir ku divê hevgirtina bi jinên li Xezayê û Filistînê re berdewam bike û tekez kir ku jinên Filistînî bi xwîna xwe şerê rizgarkirina axa xwe û berxwedana bê çek nivîsandine.

Tûnis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bi jina Filistînî Îsraa Ceabîs ku yek ji jinên ji girtîgehên Îsraîlê rizgar bûye re civiya. Komeleyê xweset balê bikşîne ser êş û dijwariyên jinan bi taybetî jî yên di girtîgehan de. Îsraa Ceabîs 8 salan di zîndanên hêzên Îsraîlê de maye û bi êş û êşkenceyan re rûbirû maye. Ew bi berxwedana xwe li hember zilm û niheqiyê dihat nasîn û ji bo sebra wê li hember tarîtiya zîndanê, zilma nexweşiyê û tehliya birînan wek Jina Filistînê ya sala 2017'an hat bijartin.

Çîroka Îsraa ji sala 2015'an ve destpê dike

Îsraa Ceabîs di sala 1986'an de li başûrê-rojhilatê Qudisa dagirkirî ji dayîk dibe û li gundekî ku bi bend û artêşa Îsraîlê her dorpêç e, mezin dibe. Di sala 2015'an de erebeya wê li nêzî benda hêzên Îsraîlê xirab dibe, leşker jî wê gulebaran dikin. Di encamê de agir bi erebeya wê dikeve û Îsraa Ceabîs dişewite. Rûyê wê dişewite û tiliyên destê xwe wenda dike. Tevî vê şewitandinê jî, bi hinceta ku hewl daye leşkerekî bikuje, 11 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Di heman demê ji dermankirinê jî bê par tê hiştin.

Tevî astengiyan bi riya pirtûkan êşa xwe tîne ziman

Îsraa Ceabîs êşên xwe di zîndanê de wiha tîne ziman: "Min bi riya xêzkirina wêneyan û nivîsandinê, hewl da ku jiyana xwe bidomînim. Tevî ku tiliyên destên min tunebûn jî îsrara nivîsandinê biser diket. Her wiha min dirûtin dikir û hînî jinên ku li zîndanê diman jî, dikir. Her wiha pirtûkek bi navê "Ez diêşim" nivîsand û tê de cih da êş û azarên xwe di zîndanê de. Min dest bi pirtûkek nû ya bi navê "Ez çawa dikarim ji nû ve bibim xwe" jî kir.

'Jinên Filistînî bi xwîna xwe berxwedanî nivîsandin'

Aktîvîsta komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Nebîla Hemza derbarê Îsraa de wiha got: "Tevî êşên di zindanên dagirkeriyê de û şahidiyên tundiya ducarî ya ku girtiyên jin jiyaye jî, wan li hember tundiya ku ji şerê cîhanê yê duyemîn vir ve li cîhanê nedîtiye, li ber xwe dan. Jinên Filîstînî bi xwîna xwe şerê rizgarkirina axê û berxwedana bê çek nivîsandin. Şahidiya Îsraa Ceabîs tîne bîra me ku tundiya li dijî jinan bi gelek awayan pêk tê û divê em piştgirî, hevgirtin, şermezarkirin û bênavber çalakiyan bidomînin. Hêzê şerker ji jinan nefret û biçûkxistinê dibîne û wan li ber çavan nagire, ji ber ku ew dijminekî rastîn, cuda, hov û dîn e."