Jinên Ezidî: Em dixwazin Rêber Apo li Şengalê bibînin! BEŞA 1

Jinên Êzidî yên li Şengalê dijîn, di nameyên xwe de yên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandine dibêjin ku bi hatina şervanên azadiyê ya Şengalê re, derfeta naskirina fikir û felsefeya wî dîtine.

GULÎSTAN EZÎZ

Şengal – Di çerçoveya Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtin çêkim’ de, Jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ew demek bû ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyan dinivîsandin. Di nameyên hatine nivîsandin de xwesteka hevpar a jinên Êzidî, azadiya Abdullah Ocalan e. Dayê Neam Bedel, Dilvîn Şemo, Mamoste Hêlîn, Sosin Osman, Hesret Şengalî û bi dehan jinên din ên Êzidî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name nivîsîne. Hinekan bi xwe nivîsiye, hinekan jî daye nivîsandin. Di hemû nameyan de bêhna hezkirin, bêrîkirin û wefadariyê heye. Jinan di nameyên xwe de nîşan dan ku rizgarkerê xwe jibîr nekirine û ewê jibîr nekin. Jinên Şengalî dixwazin wî li çiyayê Şengalê, di nav xwe de bibînin.

‘Serokê min, bi hêviya hatina te ya Şengalê’

Ji bo hezkirina ji kesek, dîtina wî/wê ne şert e. Gelek pêşeng û qehremanên civakan wisa hatine hezkirin. Li Şengalê jî kêm kes hene ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibin. Dilvîn Şemo jî yek ji wan e ku wî nedîtiye. Dilvîn Şemo dibêje: “Silav Serokê min. Em gelekî ji te hez dikin û em dixwazin tu rojekê azad bî û werî ba me. Ne tenê jinên Ezidî, belkî hemû jinên cîhanê xwe bi fikrê te yê azad nas kir.”

Xeyala Dilvîn ew e ku rojekê Abdullah Ocalan bibîne û bahsa êş û azarên xwe bike. Di dawî de dibêje: “Serokê min bi hêviya azadiya te û hatina te ya Şengalê! Em li benda te ne.”

‘Em ji te re bêjin ka çawa me xwe ji gelek êş û nexweşiyên dijmin xilas kiriye’

Sosin Osman a ciwan dixwaze pêşketinên jinên Êzidî bi saya Abdullah Ocalan bidest xistine, bi rêya nameyek bîne ziman. Sosin Osman hesreta dîtina wî, bi van gotinan tîne ziman: “Em dixwazin te fîzîkî azad bibînin û rojekê werê serê çiyayê Şengalê, cihê herî bilind Çilmêran. Em karibin ji te re bêjin ka çawa me xwe bi fikir û felsefeya te perwerde kirine û me xwe ji gelek êş û nexweşiyên bi destê dijmin xilas kirine. Hesreta min e ku rojekê te bibînim. Ji ber ku me jinan bi saya fikrê te me xwe nas kir.”

‘Em di azadiya we de azadiya xwe dibînin’

Neam Bedel a 55 salî, dayîka 5 zarokan e ku yek ji wan di nav refên gerîla de bûye cangorî. Piştî fermanê Neam Bedel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şexsê Tevgera wî de nas kiriye. Neam Bedel dibêje: “Hêvî û bawer dikim rewşa we baş be. Di serî de em dixwazin hûn û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Da ku ev pêvajoya we daye destpêkirin bi serkeftî bimeşe. Em di azadiya we de azadiya xwe dibînin. Em dizanin ku azadiya we tê maneya azadiya hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn.”

‘Ez bi şehadeta kurê xwe yê gerîla serbilind im’

Li alîkî di ferqa girîngiya pêvajoyê ji siyasetê ne qut e, dizane bi deh hezaran girtiyên siyasî di zîndanên dewleta Tirk de hene, li aliyê din dixwaze bahsa xwe jî bike, dibêje: “Bi hatina şervanên azadiyê li Şengalê min jî weke hemû Êzidiyan derfeta naskirina fikir û felsefeya we dît. Piştî fermanê me weke malbat di nav kar û xebatan de cihê xwe girt. Kurekî min di nav refên gerîla de şehîd ket. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Ji ber dizanim kurê min jî weke hevalên xwe ji bo rûmeta gelê xwe şer kir û şehîd ket.”
 

‘Peyamên we yên ji bo Êzidiyan gelek bi nirx in’

Dayîka Neam ji sala 2017’an ve di nav xebatên meclîsa Şengalê de ye û hewl dide bi kar û xebatên xwe Civaka Êzidî rêxistin bike da ku bikaribin xwe birê ve bibin û xwe li hember fermanan biparêzin. Ji bo xwe zêdetir tiştek din nabêje. Xuya ye bes dibîne û dîsa tê ser rojevên germ ên li heremê û dibêje: “Vê pêvajoya ku we bi kedek mezin daye destpêkirin em bi baldarî dişopînin. Piştî salan ji we agahî girtin, dengê we bihîstin, dîmenê we ditîn di me de coş û moraleke pir mezin ava kir. Di her hevdîtinekê de silavên ku hûn ji me re dişînin em bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Peyamên we yên ji bo Êzidiyan gelek bi nirx in.”

‘Tenê kesên ji felsefeya Rêber Apo hatin hawara Êzidxanê’

Mamoste Hêlîn ku niha zarokên Şengalê bi zimanê wan perwerde dike hawara xwe bi Abdullah Ocalan dighîne û dibêje: “Weke civaka Êzidî em her tim rastî fermanan hatin û her tim bûne qurbanên hêzên desthilatdar. Ji bo vê yekê jî ti caran me nekariye bawerî û çanda xwe azad jiyan bikin. Em civaka Êzidî di her şert û mercî de biçûk hatine dîtin û ji ber şêweya jiyana xwe hatine mehkûmkirin. Cara dawî dema em rastî fermanê hatin û hemû hêzên li Şengalê reviyan, weke kuştin, revandina jinan, mirina zarokan ku êşên gelek mezin bûn û wîcdana mirovahiyê ji holê rakir derketin holê, careke din bi tûnebûnê re rû bi rû man. Tenê kesên felsefeya Rêber Apo diparêzin hatin hawara Êzidxanê. Di dîroka Êzidxanê de ev qehremanî ti car nayê jibîr kirin, bi fikra Rêber Apo wê Êzidxan bighîje azadiya xwe.”

‘Bi fikir û felsefeya te îro cîhan ronî bûye’

Mamoste Hêlîn jî dixwaze wî bibîne û dibêje: “Ez dixwazim Serok Apo, ew çiyayê ku ji fermanan re bûye asteng li Şengalê bibînim û ji bo wan qehremanan sipasiya wî bikim ku civaka me ji tunebûnê rizgar kirin, kir xwedî fikir û îrade ku îro dikare bi hêza xwe, xwe û civaka xwe biparêze. Silav ji bo Rêber Apo, Rêberê azadiya tevahî mirovahiyê.”

Mam, li gel civaka Êzidî ne gotineke ji rêzê ye. Ji kesên ku nirx didinê re jî dibêjin gelek caran. Hesret Şengalî dibêje: “Tu Apê civaka milletî. Bi fikir û felsefeya te îro cîhan ronî bûye, şeva me bûye roj. Bi hebûna te îro em dijîn, bi te em serbilind in. Te ji tûnebûnê hebûnek ava kir. Îradeya ku te dayî me, îro em xwe birêve dibin, xwe diparêzin. Bi zimanê xwe dixwînin û çand û dîroka xwe nas dikin.”

Arîn Azadî jî zaroka Şengalê ye û hestên xwe di nameya xwe de bi xeyala xwe re kiriye yek û nivîsandiye. Arîn dibêje: “Hey Apê miletê bindest, di xewna min de tu dihatî serê çiyayê Şengalê. Min nedixwest ji wê xewnê rabim. Tu afrînerê îradeya mirovê azad î. Tu ronahiya roja Rojhilata Navîn î. Em bi hêvî ne di zûtirîn demê de em te weke Derwêş di nav xwe de li ser van çiyayan bibînin.”

Ev xebata name nivîsandinê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve di sala 2025’an de destpêkir û heta niha bi sedan jinan name nivîsandine.