Jinên Ereb: Peyama Rêber Ocalan ji bo herêmê girîng û dîrokî ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand. Di vê peyamê de banga yekîtiya gelên herêmê û avakirina tifaqek di navbera komên etnîkî yên cuda yên herêmê de hate kirin.

NÛR EL-EHMED 

Reqa – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de ji gelê Ereb ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest ku nekevin nav nakokiyan û yekîtiya gelan biparêzin.

Peyam, di 28’ê Tîrmeha 2025’an de ji bo lîderên eşîrên Ereb hate nivîsandin û di 14’ê Îlonê de hate weşandin. Abdullah Ocalan, di peyama xwe de bi van gotinan balkişand li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Ereb û Kurdan de:Yekîtî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.”

Di peyamê de hişyarî hate dayîn ku nekevin nava pevçûnên mezhebî û rêya ji aliyê jinên Ereb ên li parêzgeha Reqayê ve avakirina Sûriyeyek demokratîk tê kirin ku wê wekhevî û edaletê di navbera hemû hemên gelên herêmê de serwer be, piştgirî dike.

Abdullah Ocalan, di peyama de diyar dike ku divê hemû kes wehhev bin û balê dikşînê li ser pêdiviya hev jiyana aştiyane. Abdullah Ocalan, diyar dike ku divê ji bo misogerkirina ewlehî û aştiyê ya li herêmê piştgirî bidin Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) û wê jin jî bibin perçeyek girîng a vê pêvajoyê.

‘Ji bo li Sûriyeyê bidestxistina azadî û demokrasiyê gavek girîng e’

Jina bi navê Duja el-Ehmed, peyamê mîna "ji bo herêmê gavek girîng û dîrokî” bi nav kir û diyar kir ku Sûriye "pêvajoyek krîtîk derbas dike û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di vê pêvajoyê de diyarker e." Duja el-Ehmed, peyama Abdullah Ocalan mîna "ji bo li Sûriyeyê bidestxistina azadî û demokrasiyê mîna gavekî girîng” nirxand û wiha got: “Dijminatiyên mezhebî û etnîkî ya li herêmê mîna perçeyekî ya şerê ku gelan li dijî hev derdikeve belav dibe û lêbelê yekîtî û hevgirtina di navbera gelan de, di têkoşîna li dijî hêmanên terorîst ên wekî DAIŞ’ê de bibandor e.”

Di peyamê de girîngiya yekbûna gelên cuda yên herêmê yên wek Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî jî hate destnîşankirin. Duja el-Ehmed, diyar kir ev yekîtiyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê berxwedanek mezin nîşan da û bi hezaran şehîdan herêm hatiye rizgar kirin û da zanîn ku di encama vê berxwedanê ewlehî, aştî û wekhevî hat herêmê.

Duja el-Ehmed, diyar kir wekî gelê herêmê, hertim piştgirî didin peyamên Abdullah Ocalan û balkişand li ser girîngiya ku Abdullah Ocalan dide mafên jinan. Duja el-Ehmed, destnîşan kir ku piştgiriya QSD'ê ya ji bo ewlehiya herêmê berpirsiyariyek girîng e.

‘Me peyamê bi hêzkirin û aştiyê pêşwazî kir’

Jina binavê Basma Mihemed jî diyar kir ku piştgirî didin peyama Abdullah Ocalan û got: "Jinan, piştî zilm, tepeserkirin û vederkirinên salên dirêj, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan naskirin û azad bûn. Îro jinan di her qadê de xwe îspat dikin û rolek girîng dilîzin.” Basma Mihemed, da zanîn ku jinan di vê pêvajoya krîtîk de di avakirina aştiyê û gihandina peyamên Abdullah Ocalan a ji bo armancên xwe de rolek girîng dilîzin.

Basma Mihemed, diyar kir ku pevçûnên mezhebî û etnîkî yên di demên dawî de li Sûriyeyê tên jiyîn, li herêmê xetereyên mezin avadikin û da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya bidawîanîna vê aloziyê û mîsogerkirina azadiyê ya ji bo hemû gelên herêmê ye.