Jinên Efrînê ji bo vegera ser axa xwe banga rêxistinbûne kirin

Efrîniyên ku ji ber êrîşên çeteyan ji cih û warên xwe bûne, bi biryardariyek mezin têkoşîna xwe bilind dikin. Jinên Efrînî yên tevlî civîna ku ji aliyê Koordînasyona Kongra Star ve hat lidarxistin bûn ji bo vegera axa xwe banga rêxistinbûnê kirin.

AVRÎN NAVDAR

Hesekê – Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, di roja 24’ê Hezîranê de ji bo gelê Efrînî yê di bin dagirkeriyê de bi awayekî ewle vegere axa xwe civînek li dar xist.

Jinên ku beşdarî civînê bûn di axaftinên xwe de diyar kirin ku girêdana wan a ji bo Efrînê ne nostaljî ye û anîn ziman ku daxwaza vegera axa xwe, îradeya gel îfade dike.

‘Me serî netewand’

Endama Komîteya Koçberên Efrîn û Şehbayê ya bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevîn Reşîd, di axaftina xwe de biryardariya xwe ya vegera ji bo Efrînê anî ziman û got tiştên hatine serê gel ji bo şikandina îradeya wan beşek ji plana pergalê ye. Hêvîn Reşîd a tiştên ku gelê ji cih û warên xwe bûne jiyane vegot, da zanîn ku gel di navbera hestên êş û berxwedanê de asê maye. Hevîn Reşîd wiha axivî: "Me li Şehbayê rûmeta xwe parast, bi polîtîkayên hîlekar re rû bi rû man lê me li dijî êrîş û biçûkxistina wan serî netewand. Rejîmê xwest me bêdeng bike, di aliyê derûnî de tune bike û hêviya me ya vegera axê vemirîne lê belê bi ser neket û dê bi ser nekeve.”

‘Heta vegerê em dev ji têkoşîna xwe bernadin’
Hevîn Reşîd, diyar kir ku tiştên hatine jiyîn wê ji bîr nekin û wiha axivî: “Em bi zorî ji cih û warê xwe bûn lê em tu caran teslim nebûn. Me di nava wêraniyê de jiyana xwe ji nû ve ava kir û li Şehbayê dest bi berxwedaniyek nû kir. Em ê sûcên li dijî zarok û jinên me ji bîr nekin. Em ê heta vegera axa xwe dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em vedigerin mala xwe, zarokên xwe û axa xwe; ji ber ku ev ax tu caran dev ji me bernade.”

‘Efrîn her kêlî di dilê me de ye’
Hevîn Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de tiştên di demên dawî de li Şehbayê hatine jiyîn, bi bîr xist, bal kişand ku piştî Efrînê dubare koçberkirina gel encama polîtîkayeke plankirî ye. Hevîn Reşîd, bi van gotinan axaftina xwe domand: “7 salên ku di bin kon, dorpêç û birçîbûne de derbas bûn, biryardariya gel qels nekir. Me li her cihî jiyana nû ava kir. Em bi awayekî serbilind ji Efrînê derketin û derbasî qonaxek nû ya berxwedanê bûn. Îro dema em ji Şehbayê derketin, berxwedana me ket qonaxa seyemîn. Em di kantona Cîzîrê de dijîn. Rast e em weke erdnîgarî dûr ın lê Efrîn her kêlî di dilê me de ye.”

Hevîn Reşîd, diyar kir ku ji bo organîzekirina vegera Efrînê komîteyek nû hatiye avakirin û xwest gel di vê mijarê de piştgirî bide. Hevîn Reşîd, anî ziman ku divê tiştên li Efrînê hatine jiyîn ji tevahî cîhanê re bên vegotin û ji bo dawîanîna dagirkerî û avakirina jiyana mirovan banga seferberiyê kir.

‘Efrîn ne tenê bajarek e’
Endama Konseya Efrînê Sureya Habash jî diyar kir gelê Efrînê tu carî serî netewandiye û ji bo gel rûmet xeta sor e. Sureya Habash, wiha axivî: “Efrîn ne tenê bajarek e, dilê hemû Kurdan e û di dilê Kurdistanê de sembolek girîng e.”

Sureya Habash, da zanîn ku gelê Efrînê li benda vegera axa xwe ye û wiha got: “Em biçûkxistinê qebûl nakin û di navbera gelê Efrîn û Cîzîrê de ferq û cudahî nakin. Em hemû yek gel in û tenê ala Kurdistanê hildigrin.”

“Em amade ne serkeftinê bi dest bixin’
Sureya Habash, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em amade ne ji bo azadiyê fedakariye bikin û vegerin. Dema navê Efrînê tê gotin dayikên me radibin ser piyan. Em girêdayî Rêber Apo, şehîdên xwe û şehîdên efrînê ne. Efrîn ne girêdayî tu welatan e, Kurdistan e. Eme dagirkerên Efrînê ji bîr nekin. Em hemû di heman riyê de ne. Em bi hevre dijîn, fêr dibin û em ê bi hev re vegerin Efrînê. Em ê ji bo şehîd û rêberê xwe li ber xwe bidin û fedakariyê bikin. Em amade ne serkeftinê bi dest bixin.”

‘Ji bo vegerê pêdivî bi planek heye’
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo jî da zanîn ji her sazî û herêmên cuda yên Efrînê 150 jin beşdarî civîna Kongra Star bûne.

Elîf Hemo, diyar kir ku vegera axa xwe ne hesan e û ji bo pêkanîna vê yekê pêdivî bi rêxistinbûn, planeke zelal a ku îradeya gelê Efrînê temsîl dike heye. Elîf Hemo, wiha got: “Divê ev ne girêdayî Şam an jî Helebê be divê bibe sîwanek ku bi ruhê gelê Efrînê ava bûye, jin rola sereke dilîzin û bi azadî hatibin hilbijartin.” 
Elîf Hemo, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ruxmê qeyranên li welat jî hê hêvî heye û da zanîn ev hêvî pergala neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan e û ev yek dikare vegerek komî û bi rûmet pêkan bike.