Jinên Efrîkayî, dixwazin dawî li tundiya li ser bingeha zayendiya civakî bê anîn

Jinên Efrîkayî, di civîna Tora GIMAC a li Addis Ababayê hat lidarxistin de, bang kirin ku tundiya li ser bingeha zayendiya civakî bê bidawîkirin û ji bo vê yekê gavên lezgîn bên avêtin.

Navenda Nûçeyan – Li parzemîna Efrîkayê jin rastî tundiyên bi her awayî yên li ser bingeha zayendiya civakî tên. Ev rewş, ji ber avabûnên bavsalarî, derkirina aborî, çarçoveyên lawaz ên hiqûqî û polîtîkayên zextan, bûye wek ferasetek sîstematîk. Li Efrîkayê 400 saziyên civakî yên sivîl di bin navê kampanyaya ‘Zayendiya Civakî Rojeva Min e’ de kom bûn. Beşdaran banga erêkirin û pêkanîna Hevpeymana Bidawîkirina Tundiya li Hember Zarokan a Yekîtiya Efrîkayê, kirin. Nûnerên kampanyayê, vê heftiyê daxwazên xwe di civîna li Addis Ababayê hat lidarxistin de anîn ziman.

Civîn, ji aliyê Tora GIMAC’ê ve di bin sernavê ‘Ji bo Efrîkiyan û yên ku koka wan Efrîka ye edaleta bi rêya tezmînatan’ hat lidarxistin. Di civînê de hat destnîşankirin ku têkoşîna li hember tundiya li ser bingeha zayendiya civakî, pêwîst e bibe perçeyek tezmînata berfirehtir.  Rayedarên torê dan zanîn ku hevpeymana nû, dixwaze ku li parzemîna Efrîkayê tundiya bi her awayî ya li hember keçikan, bidawî bibe. GIMAC’ê, diyar kir ku pêwîst e dewletên ku endamên Yekîtiya Efrîkayê ne, herî dawî di dawiya Sibatê de hevpeymanê erê bikin.

Beşdarên ku di civînê de axivîn, anîn ziman ku pevçûnên çekdarî, guhertina avhewayê, nexweşînên şewb û polîtîkayên zextê, jinan bêdeng dikin û lêgerîna edaletê asteng dikin.

Li Efrîkayê rêjeya kuştinên jinan û tundiya zayendî zêde dibe

Tora GIMAC’ê daneyên erjeng û tirsnak ên têkildarî tundiya li Efrîkayê li hember jinan pêk tên, parve kirin û bang li rayedaran kirin ku bikevin nav liv û tevgerê. Li gor daneyan;

*Di sala 2023’yan de parzemîna Efrîkayê li tevahiya dinyayê bû herêma ku herî zêde jin lê hatine kuştin. 21 hezar û 700 jin, ji aliyê partnerên xwe an jî endamên malbata xwe ve hatin kuştin.

*Bûyerên tundiya zayendî bi taybetî li herêmên Komara Demokratîk a Kongoyê, yên bi navê Goma, li Başûrê Sûdanê, li Sûdanê, li Etiyopya, Mozambîk û Komara Efrîkaya Navîn, li herêmên pevçûn lê çêdibin, gihîştiye asteke dijwar. Rayedar diyar dikin ku ev sûc bi piranî bê ceza dimînin û kiryar nayên darizandin.

Rayedaran diyar kirin ku çarçoveyên yasayî yên heyî yên wek Protokola Maputo ku ji bo parastina mafên jinan hatine amadekirin, nayên pêkanîn. Rayedar dibêjin ku ji bo mafên jinan bicih bên, pêwîst e ku rêberên dewletên ku endamên Yekîtay Efrîkayê ne, soza xwe bicîh bînin. Rayedar destnîşan dikin ku rêberên van welatan di vê hêlê de biser neketine û wiha dibêjin: “Rêberên siyasî yên Efrîkayê bi caran soz dane ku ewê bighên hedefên wekheviya zayendî, lê ji ber astengiyên hiqûqî, çandî û civakî, ev pêvajo hêdî dimeşe. Pêwîst e ku hikûmet vê peymanê tenê wek belgeyek nebînin, wek çarçoveya reformek bibînin."

Pispor jî dibêjin ku ji bo parastina mafên jinan, çavkaniyên pêwîst ên fînansî û saziyî bên peydakirin û divê hikûmet di vê mijarê de gavên berbiçav bavêjin.

Aktîvîstên jin ên Efrîkayî ku di nav wan de parazvanên mafên jinan û çalakgerên femînîst jî hene, destnîşan kirin ku di demên pêş me de ewê Civîna Yekîtiya Efrîkayê bê lidarxistin û wiha gotin: “Ev dê bibe demeke krîtîk. Di vê civîna mezin de hikûmet dê nîşan bidin ku di mijara bidawîkirina tundiya li hember jinan de çiqas jidil in û ewê polîtîkayên bi bandor bimeşînin an na. Jinên Efrîkayî êdî dê bi sozên pûç û vala nexapin. Ger ku ev hevpeyman ji aliyê hikûmetan ve bi rastî neyê pêkanîn, ewê tenê bibe sozek ku li ser kaxez maye. Pêwîst e ku ji bo bidawîkirina tundiya li hember jinan, rêyeke ku vegera wê tuneye, bê vekirin. Di vê têkoşînê de desteka navnetewî jî xwedî girîngiyek mezin e."