Jinên Efgan peyama piştgiriyê ji bo jinên Kurd dan

Herêma Rojava ango Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku bi rêveberiya xweser û tecrubeya hevgirtina neteweyî-olî bûye model; îro bûye herêma şer, bi mudaxeleyên derve û kûrewî re di bin zexta bêdengiya cîhanî de ye.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan- Rojava, li Rojhilata Navîn, bi pergala xwe ya Reveberiya Xweser, wekhev û têkoşîna neteweyî yek ji mînakên herî girîng û nûjen e. Li herêmê zêdetir Kurd dijîn, bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hilweşîna saziyên dewletê re, gel beşdarî xebatan bû, jinan peşengî kirin, zemînek çêbû ku Kurd, Ereb, Asûrî û kêmaren din bi hev re bijîn. Ji destpêkê ve Rojava bi gefên mezin û yên derve re rûbirû ma.

Dîroka têkoşîna gelê Rojava, xwe dispêre zexta sîstematîk a ku li Sûriyeyê bi dehan salan li ser Kurdan dihat meşandin. Kurd ji welatîbûnê bêpar bûn, ziman û çanda wan qedexe bû. Bi serhildanên ku di sala 2011’an de dest pê kirin re, hêzen Kurd ên herêmî, bi rêxistinbûna civakê û mekanîzmayên parastinê hewl dan herêmên xwe ji kaos û komên tundrew biparêzin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Jin (YPJ) bûn xala werçerxa vê serdemê; van yekîneyan ne tenê ji aliyê leşkerî ve, bi aliyên xwe yên civakî û bîrdozî jî xwedî roleke girîng bûn.

DAIŞ’ê ji ber valahiya rejîma baasê çavkaniyên fînansî û bi desteka Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer kir

Bi derketina DAIŞ’ê re li dijî Rojava serdemeke herî bi xwîn a ku mînakên wê di dîrokê de tunebûn, hat destpêkirin. Vê rêxistina tundrew, ji valahiya rejîma Sûriyeyê, çavkaniyên fînansî û bi awayê serbest derbasbûna ji sînoran a çeteyan ku bi desteka hinek aktorên herîmî bi taybetî Tirkiyeya faşîst û desteka hêzên navneteweyî bû, li Sûriye û Iraqê gelek herêman dagir kirin. Şervanên Rojava li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin meşandin û di wan şeran de gelek şervan û sivîl hatin kuştin. Li hemberî vê yekê gelek dewlet bêdeng man an jî costandard nêz bûn.

Li herêmê kontrola Tirkiyeyê jî bû mijara nîqaşê. Dewleta Tirk, Rêveberiya Xweser her dem ji bo xwe bi xeter û li dijî berjewendiyên xwe dît. Ji ber wê li cihê destekê bide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, polîtîkayên ku hêzên herêmî qels bikin û hêzên tundrewş bi hêz bikin meşand. Gelek çeteyên DAIŞ’ê ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn, birîndarên wan li Tirkiyeyê hatin dermankirin û ev yek hemû bi raporan tesbît bûn. 

Tirkiyeyê bi êrîş û komkujiyan çend bajar dagir kirin û demgrafiya wan guherand

Piştî ku DAIŞ hat têkbirin, zextên li dijî Rojava zêdetir bûn. Bi operasyon û êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê  li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ew bajar hatin dagirkirin. Li wan herêman bi bikaranîna komên çete, bi hezaran sivîl hatin kuştin û demografiya wanhat guherandin. Van operasyonan, hem binpêkirina mafên mirovan a eşkere, hem jî weke helwdana têkbirina destkeftiyên civakî û siyasî yên gelê Rojava tên nirxandin.

Tevî van hemû zextan jî; Rojava hê jî weke sembola berxwedanê ye, li ser îradeya gelan, azadiya jinan û edalete hatiye avakirin. Bêdengiya cîhanê ya li ser êrîş û komkujiyên ku di van rojan de li Rojava çêdibin; bûyer û tecrubeyên ku li Efganistan û herêmên weke Îranê çêbûn tîne bîra mirov. Li vê derê, berjewendiyên siyasî yên hêzan, tercîhê jiyan û rûmeta mirov hatine kirin. Çarenûsa Rojava, tenê mijareke herêmî nîn e; ji bo cîhanê ezmûna jidilbûna di warê mafên mirovan de ye. Mafên mirovan ew e ku xwe biparêzin û çarenûsa xwe diyar bikin.

‘Li pişt vê şîdeta xofdar emperyalîzma DYE’yê û hevkarên wê yên li herêmê hene’

Psîkolog û aktivîsta mafên mirovan a Efgan Yelda Ahmed, peyama piştiriyê sand û got: “Cîhan di van demên dawî de di nava kaos û tevliheviyeke mezin de ye. Li welatên weke Filistîn, Ukrayna, Îran û Sûriyeyê komkujî û zulum serdest e. Di rojên dawî de, li herêmên Kurdan, li Heleb û Rojava komkujî tên kirin. Her roj mirovên sivîl ên mehsûm li van herêman tên kuştin. Li pişt vê şîdeta xofdar emperyalîzma DYE’yê û hevkarên wê yên li herêmê hene. Armanca wan ew e e ku komên weke DAIŞ û Talîbanê bi hêz bikin û wan bînin ser desthilatdariyê. ”

‘Îro jî teqez dê Rojava ji bo DAIŞ’ê û komên weke wê nebe mezbahayek’

Yelda Ahmed balê dikşîne ser têkoşîna jinên Kurd û wih didomîne: “Dîrok tişteke din nîşan dide. Çend sal berê, DAIŞ û komên tundrew ên li dijî jinan, li herêmên Kurdan bi taybetî li Kobanê komkujiyan kirin lê gelê herêmê bi taybetî jinan bi cesaret li ber xwe dan, bi wan re şer kirin û wan koman ji hev belav kirin. Îro jî teqez dê Rojava ji bo DAIŞ’ê û komên weke wê nebe mezbahayek. Ez jinek e Efgan im, hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd ên ku li dijî zextan ji bo azadiyê têdikoşin îlan dikim. Her netew, tenê dikare bi yekîtî, hevgirtin û têkoşînê bigihîje azadiyê. Bi hêviya cîhana aştî û bê tundî!”