Jinên Efgan li Pakistanê di nava tirsê de dijîn
Bi zêdebûna zextên hikumeta Pakistanê re êdî gelek koçberên Efgan, tevî belgeyên wan ên fermî hene, ji wan welatan tên dersînorkirin. Di vê pêvajoyê de, çîrokên ku koçber vedibêjin, daneyan derbas dikin, êşên ku dikşînin nîşan didin.
BAHARÎN LEHÎB
Pakistan – Di rapor û analîzan de tê destnîşankirin ku çarenûsa reş a gelê Efgan bi derbeya ku di sala 1978’an de çêbûye, dest pê kiriye. Her çendî beriya vê dîrokê rêveberên ku nebûne nûnerên gel di desthilatdariyê de bin, mirov di wê demê de bi felaketên wiha mezin ên weke şer, sûc û bêmalî re rû birû nemane.
Derbeya di sala 1978’an û piştre li gel dagirkeriya Efganistanê ji aliyê Yekitiya Sovyetan ve, pêleke mezin a koçberiyê da destpêkirin. Gelê Efgan, ji derveyî koçberiya Ewropa û Emerîkayê, piranî xwe spart welatên cîran ên weke Îran û Pakistanê. Ev herdu welat, bûm çeperê paşî yê şerê li Efganistanê. Ji wê demê ve heta niha, bi taybetî bi armanca pêkanîna ewlehiya jiyanî, mirov neçar man koçberiya ji bo van welatan bidomînin.
Koçberî zêde bû
Di destpêkê de koçberên Efganistanê bi riyên derzagonî û bêyî belgeyên fermî ketin Îran û Pakistanê. Xirabûna ewlehiya welat, zêdebûna bêkariyê û ji ber gendeliyên hikumetên cuda, koçberî zêde bû. Careke din hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê, pêleke nû ya koçberiyê bi xwe re anî. Bi hezaran Efganî bi taybetî jinên muxalîf, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û erkdarên girêdayî hikumeta berê û yên din neçar man welatên xwe biterikînin.
Ji ber zêdebûna buhayê vîzeya Îran û Pakistanê, gelek Efganî nikarin van vîzeyan bigrin û bi riyên derzagonî dikevin van welatan. Hinek ji van koçberan, hêvî dikin biçin Ewropa û Emerîkayê, piranî ji bo canê xwe rizgar bikin direvin.
Koçber tên dersînorkirin
Di salên dawî de hikumetê Pakistan û Îranê, her dem zextê li koçberên ku belgeyên wan nîn e dikin û wan dersînor dikin lê belê ev du sal in Pakistan, Efganiyên ku bi salan e li welat dijîn û heta bi hemwelatiyên Pakistanê re zewicîne û belgeyên wan ên zagonî hene dersînor dikin.
Li gorî Medyaya Efganistan û raporên Neteweyên Yekbûyî, ji 1’ê Mijdarê ve heta niha zêdeyî 800 hezar Efganî ji Pakistanê hatine dersînorkirin. Tenê di nava sê hefteyên dawî de zêdeyî 100 hezar kes ji herêmên cuda yên Pakistanê hatin derxistin. Beşek ji van xwedî belgeyên fermî ne.
Pispor, sedema van mudaxeleyên dijwar di rakêşana di navbera hikumeta Pakistan û Talîbanê de dibînin. Li gorî hinekan, nêzbûna Talîbanê ya ji bo hikumeta Hindistanê sedemek din a van zextan e. Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê di vê mijarê de wiha dibêje: “Sedema dersînorkirina koçberên Efgan, alîkariya Pakistanê ya Talîbanê û gefên li dijî ewlehiya welat e.”
‘Em nikarin derkevin derve’
Ji bo rewşa koçberan baştir were famkirin me bi koçberek Efganî ku li Pakistanê dijî re hevdîtin kir. Sonia Karîmî ku li Efganistanê parêzvana mafên zarokan bû ji ber gefên ewlehiyê neçar ma welatê xwe biterikîne, wiha got: “Em derbasî sînorê Torhanê bûn. Me pere da qaçaxkarek ku bi polîsên Talîban û Pakistanê re hevkarî kiriye. Bi hinceta ku em nexweş in û pêwistiya me bi tedawiyê heye me sînor derbas kir. Em neçar man Efgansitanê biterikînin, ji ber ewlehiya canê xwe. Me jiyana azad û bi ewle hêvî dikir lê belê niha em di Pakistanê de weke mehkûman dijîn. Ji tirsa polîsan em nikarin derbikevin derve. Bi zorê me cihekî ku bi kirê girt. Ji ber belgeyên me nîn in hevalek me li ser navê me malek bi kirê girt û em bi wê re dijîn. Ew jî neçar e her meh vîzeya xwe nû bike û ev jî ji bo wê gelek zehmet e.”
‘Jiyan gelek zore’
Sania Karîmî têkildarî sekna polîsên Pakistanê wiha got: “Polîs bi ser malan de digrin, mirovan dixin bin çavan, an jî vedigerînîn Efganistanê, bi miqtarek zêde ye pere berdidin. Ên ku belgeyên wan ên fermî hene, bi asanî mal û kar nabînin. Mirov her dem bi tirsa dersînorkirinê dijîn. Koçberî gelek zor e, jiyana li xerîbiyê, pirsgirêkên aborî û her dem di bin gefan de gelek zor e.”
Çîroka Sonia Karîmî yek jî çîrokên bi hezaran Efganên ku neçarî koçberiya welatên cîran bûne ye. Ev çîrok bi êş, tirs, bêedaletî û nediyariyê hatiye hûnandin. Civaka navneteweyî, li beramberî vê krîza mirovî bêdeng e, koçberên Efgan di bin siya gefê û bê ewle de jiyana xwe didomînin. Hêviya ji bo jiyana bi ewletir, azad û mirovî kêm be jî diparêzin.