Jinên Efgan fuara Kabîlê veguherandin qadeke berxwedanê
Li Kabul a peytexta Efganistanê, bi beşdariya aktivîstên jin û hilberîer fuara ticarî ya jinên navnetewî hate vekirin. Jinan berhemên xwe pêşan dan û ji bo rola wan a aborî were dîtin qadek berfireh ji bo jinana hate veqetandin.
BAHARAN LEHÎB
Kabul – Di demên dawî de li Kabul apaytexta Efganistanê, ji derveyî peyanerên jin ên Efgan, ji Çîn, Tacakistan, Ozbekistan û Îranê bi beşdariya mirovên kar û hilberîner fuarek a navneetwî hate vekirin. Ji herêmên cûda yên Efganistanê gelek kes beşdarî fuarê bûn.
Herçend rêveberiya Talîban, ji bo veberhênana welatên derve li Efganistanê bê kirin ev fuar organîze kiribe, aktivîstên jin ên Efgan û jinên xwedî kar vê firsendê ji bo pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê a Navenetewî nirxand. Jinan tevî hemû qedexeyan hebûn û rola xwe ya di civakê de diyar kirin.
Jinên beşdarî fuara navnetewî bûne, hunera destê xwe, berhemên xwecihî û projeyên xwe pêşan dan. Jinan diyar kirin ku ev hewldan firsenda hilberîn û domandinê daye û dan zanîn ku pirsgirkên wek tundiya di nava malê de, zewaca bi zorê û xizanî dibin çavdêriya hêzên Talîbanê de didome.
‘Niha nêzî 10 jin gel me dixebitin’
Ajansa me serdana fuarê kir. Aktivîsta civaka sivîl a wîlayeta Badahşan Fewziye Zekî wiha got: “Ev 20 sal e ji bo destekdayîna jinên rastî tundiya navmalê tên dixebitim. Min ji bo wan stragehek bi ewle ava kiribû, lê piştî ku Talîban herêm kontrol kir ji ber gefan neçar mam ofîs û hemû yekîneyên xwe girêdayî wê ofîsê bigrim. Ez demekê di mal de mam, piştre bi sermayeyek biçûk, min dest bi hunera dest a Efganê kir. Niha li gel min nêzî 10 jin dixebitin. Tekane tişta ku kêfxweşî dida me jinên Efgan, ev qada ku firsend dide me, em ser lingan bimînin û hilberînin.”
‘Jin rastî hemû cûrên êrîşan tên’
Zekiye Şecai di fuarê de cihek vekiriye û bal kişand ser tundiya li wilayeta Logar zêde dibe û wiha got: “Beriya ku Talîban kontrolê bigre destê xwe, beşek mezin a wîlayeta me dibin bandora wan de bû. Ne hêzên hikumeta berê, ne jî xebatkarên wan, jin heta zarok û ciwan ne di ewlehiyê de bûn. Her roj bi awayên cûda dihatin kuştin. Îro jî hemû kes heman rewşê dijîn.”
‘Di bin kontrola Talîbanê de rewşa jinan gelek dijwar bûye’
Zekiye Şecaî bi dengek kêm beşek ji tiştên ku jiyan kirine anî ziman û got: “Endam û rêveberên Talîban li koçeyan digerin, li nêzîkatiyên firoşyarên jin temaşe dikin. Armanca wan rexeneyek herî biçûk a li dijî hikumetê asteng bikin bû. Di heman demê de pir zewac, zewaca bi zorê, zewacên ku ji aliyê endamên Talîban ve tê ferzkirin jî di nav de, xizanî, bê karî û jiyana rojane ya gel di bin rêveberiya Talîban de dijwartir kiriye, ev li herêmên din ên Efganistanê jî didome.”
‘Em destek didin hunera dest ên Efgan’
Helmiya Muhammedî ya 18 salî, ji bo temsîla şîrketa Mehr a jinên Efgan ku li gel dayîka xwe beriya 4 salan ava kirî beşdarî fuarê bûye wiha got: “Em ji bo Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî pîroz bikin beşdarî vê fuarê bûne. Li vê derê me berhemên xwe pêşan dan. Em wek şîrketa Mehr, em destekê didin hunerên dest ên Efgan. Em hilberîna karê dest, pêlav, çenete û aksesuaran dikin. Ji bo nexşandina xaliçeyan û motîfan beşek me ya taybet heye, lê belê ji ber fînansmana kêm niha ne aktîf e.”
‘Em hewl didin beşdarî hemû fuaran bibin’

Helmiye Muhammedî şêweyê şîrketê anî ziman, da zanîn ku Rêveberiya şîrketê Roya Muhammedî ye, giştî hejmara xebatkaran ji nêzî 30 jin û 5 mêran pêk tê. Xebatkarên mêr ji ber qedexeyên ku asteng dike ku jin derbikevin ji derve bi beşa bazarkirinê de dixebitin.
Helmiye Muhammedî da zanîn ku ofîsa navend a şîrketê li Kabulê ye û wiha got: “Li wîlayetan nûnertiya me nîne, lê belê berhaman bi awayek paket dişînin. Em veberhênana xwedî lîsanasên pîşeyî û fermî ne, em fuarên cûda dişopînn û hertim hewl didin beşdar bibin.”
Hemû beşdarên jin, hedef dikin ku ji qedexeyên rêveberiya Talîban rizgar bibin û ji bo hebûna jinên Efgan di civakê de her firsenda digihije destê wan dinirxînin.
Zekiye Şecaî û Fewziye Zekî wek du jinên beriya rêveberiya Talîban, li wîlayetên xwe di qadên mafê mirovan û mafê jinan de dixebitin tên zanîn. Li gorî zagonên Talîban ên dijî jinan, hebûna jinan di erkên dewletê, sazî û rêveberiya organîzasyonan û qada veberhênanê de hatiye qedexekirin. Hatiye neçarîkirin ku divê di van qadan de rêveberên mêr hebe. Ji ber vê ji bo xebatên girtina destûra fermî û belgeyan hebûna rêveberek mêr êdî bûye şertek bingehîn.
Li Kabulê, ev fuara ticarî ya jinan a navnetewî ku di bin qedexeyên dijwar ên Talîbanê de hatî vekirin, tevî hemû zextan bû sembol û bihêzbûna jinên Efgan. Ev jin tevî gef û zextên ewlehiyê, cesaret û helwdanên xwe domandin, ne tenê berhem û kêrhatiyên xwe pêşan dan, di heman demê de peyama parastina maf û rola jinan di civakê de da rêveebriya Talîban. Bi hebûna xwe îsbat kirin ku îradeya jinên Efgan, wê bi zagon û qedexeyan nekarin sînordar bikin.