Jinên di rêveberiyên herêmî de ne, li Cizîrê civiyan
Jinên DEM Partiyî yên di rêveberiyên herêmî de cîh digirin, bi dirûşmeya “Jin jiyan e jiyan xwerêveberin e” civiyan.

Navenda Nûçeyan- Jinên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yên ji bo rêveberiyên herêmî hatine hilbijartin, li navçeya Cizîra Şirnexê civiyan.
Jin, li Şaredariya Cizîrê bi dirûşmeya “Jin jiyan e jiyan xwerêveberin e” civiyan û dê xebatên salekê bên nirxandin. Di heman demê de hevşaredarên jin ên navçeyên Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê û endamên meclîsan ên jin jî tev lî bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, axivî. Devrîm Demîr, diyar kir ku di nava salekê de jin bi têkoşîneke mezin xwedî li destkeftiyan derketine. Devrîm Demîr got ku di mijara xizmetê de hewldanên pir mezin hene û ev tişt anî ziman: “Armanca me ne ew e ku em bi ferasetek klasîk şaredariyan birêve bibin. Em dixwazin vê ferasetê derbas bikin û şaredariyê li ser hişmendiyeke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê bikin meriyetê. Em dibêjin ku pêwîst e tevahiya civakê beşdarî rêveberiyên herêmî bibe. Hêz û dînamîka vê modelê jî hevalên jin in.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.