Jinên Dêrazorê: Gotinên nefretê xizmeta gelê Sûriyeyê nake
Bi zêdebûna zimanê provokatîf û gotinên tehdîdkar ên ji aliyê hinek dezgehên medyayê ve tên bikar anîn, jinên Sûriyeyê balêdikşînin li ser girîngiya yekîtiya di navbera hemû pêkhateyan de.
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Jinên ji Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî gotinên medyayê yên armanc dikin gelê Sûriyeyê li dijî hev derbixe û rastiyê berevajî bikin, hişyarî dan û diyar kir gotinên bi vî rengî dikarin bibin sedema komkujiyan û xeteriya şerekî navxweyî ya berfireh zêde dike.
‘Çarenûsa civakê di destê dayik û jinan de ye’
Jina binavê Hînd el-Salem ya ji bajarê Hecînê, fitneyê mîna darekî tê xwedîkirin û mezinkirin binav kir û got: "Divê dara fitneyê, were paşguhkirin ku fêkî nede. Ji ber ku civak nikare di rewşek ku cihê xwezayî yê jinan nehatiye dayîn de hêzek rasteqîn hilberîne. Çarenûsa civakê di destê dayik û jinan de ye û jin bingeha jiyanê ne.
‘Zexta li dijî jinan destpêka hilweşîna civakê ye’
Hînd el-Salem, diyar kir welatekî ku jin tê de bindest û dûrxistî bin, ne dikare pêş bikeve û ne jî aramiyê bi dest bixe û got: “Sûcên li dijî jinan û mîna qels nîşandana jinan, şêwazekî xapandin û paşguhkirinê ye. Ger jin qelsbûna, welatekî bihêz ava nedibû û mêrên bihêz nedibûn. Jin piştgirên rasteqîn in.”
Hînd el-Salem, da zanîn bindestkirina jinan nîşana yekem a dagirkirina welat e û zexta li dijî jinan destpêka hilweşîna civakê ye û bi van gotinan balkişand ser modelek dewletek têkçûyî û faşîst: "Hêza civakê di hêza jinan û hevkarên rastîn ên mêran de ye. Daxwaza hemû kesan ew e ku hemû kes bi hev re bixebitin û welatekî bêkêmasî ava bikin.”
Hînd el-Salem, destnîşan kir jin berdewamiya dîrokek dirêj a fedakariyê ne û axaftina xwe wiha domand: “Di seranserê dîrokê de, jinan şaristanî û welatan ava kirin û ev rol îro bi mêran re didome.”
Hînd el-Salem a diyar kir kesên ku piştgiriyê didin jinan ne dijmin in û li kêleka wan radiwestin, daxwaza berdewamiya piştgirî û bihêzkirina jinan kir. Hînd el-Salem, di dawiya axaftina xwe de spasiya rêxistinên jinan ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin kir û diyar kir ku piştgiriya wan ji bo jinan him ji bo civakê û him jî ji bo herêmê çavkaniya hêzê ye.
‘Cûdahî nayê wateya nakokiyê’
Meryem El-Elî jî, da zanîn yekîtiya gel û hevgirtina hemû pêkhateyan yekane rêya parastina civakê ya ji dabeşbûnê ye û diyar kir cûdahî nayê wateya nakokiyê û dikare li ser bingeha rêzgirtin û hevkariya dualî bibe çavkaniya hêzê.
Meryem El-Elî, destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di parastina gel û misogerkirina ewlehiya herêman de roleke girîng dilîzin û hebûna wan bi taybetî ji bo jin û zarokan hesta ewlehiyê zêde dike. Meryem El-Elî, wiha got: “Avakirina rêveberiyên xwe gaveke girîng a ber bi pêşerojeke çêtir a Sûriyeyê ye û ev yek dibe sedem ku hemû pêkhate karûbarên xwe bi xwe birêve bibin û jin di jiyana siyasî û civakî de rolek çalak digrin."
Meryem El-Elî, fikarên xwe yên li ser bikaranîna zimanê gef û berevajî ya hinek dezgehên medyayê anî ziman û diyar kir ku ev gotinan xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nake û alozî û dabeşbûnê zêde dike. Meryem El-Elî, da zanîn çareserî medyayekî berpirsiyar ku rastiyê radigihîne û aştiya civakî xurt dike ye.