Jinên Dêrazorê: Fikrên Ocalan em ber bi azadiyê ve dibin

Jinên kantona Dêrezorê li ser daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan ber bi azadiyê ve dibe.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Dengê jinên ku meşaleya azadiyê hilgirtine bilind dibe. Jin diyar dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ramanwerek e, raman û projeya wî ya ji bo rizgariya jinan di nava dîwarên zindanan de nehatiye astengkirin û  digihîje bi milyonan jinan.

'Fikrên Ocalan em ber bi azadiyê ve birin'

Hevseroka komîteya çandiniyê ya bajarokê Hecînê, Emnê Selêm diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye ferzkirin li dijî hemû zagonên navneteweyî ye û wiha got: "Ev rêbazek e ji bo tepeserkirina dengê rastiyê û hewldana ji bo astengkirina ramanên mirovî yên azad e ku banga edaleta civakî, wekheviya zayendî û rizgarbûnê ji zihniyeta mêr, dike. Ew ji bo jinan sembola azadî û îradeya azad e, rola jinan di cihên biryardayînê de îsbat kiriye. Tevî hemû astengî û zextan Rêber Apo peyamên xwe ji civakê re dişîne û piştevaniya bi jinan re nîşan dide. Ev peyam ji jin û ciwanan re bûne îlham."

'Divê tavilê azadiya fîzîkî pêk were'

Emnê Selêm tekez kir dê têkoşîna xwe li ser bingeha bang û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev peyam ji nava dîwaran tên dengê Rêber Ocalan gihîştiye dilê jinên ku li hemberî hemû cureyên zilmê ala azadiyê bilind dikin. Rêber Ocalan cihê jinan di civakê de ji nû ve çêkir, di guhertin û avakriina civakên azad de de rola wan dît. Jinên Dêrazorê piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ku daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re dike û bang dikin ku tavilê azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Jin asta têkoşîna xwe bilind dikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bixin bin temînatê û edalet û wekhevî pêk bê."

'Rêber Ocalan ji bo jinan piştgiriyek xurt ava kir'

Hisa El-Casêm jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, piştevaniya xwe ji kampanyaya azadiyê re nîşan da û got: "Em jinên Dêrazorê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Her wiha em piştgirî didin hemleya azadiyê. Em bang li civaka navneteweyî û hêzên mezin dikin ku dawî li vê neheqiyê bînin. Tevî nebûna Rêber Ocalan di nava me de, bi saya ramanên wî yên ku di nav me de belav bûne, me piştgirî û hêzdarkirina jinan berdewam kir. Ew piştgiriyek xurt bû ji bo jinan.”

Jin bi zanîna sembolên dîrokî gihîştin cewherê xwe

Hisa El-Casêm rewşa dîrokî ya jinan di civaka Ereb de bi bîr xist û got: "Em jinên Sûriyeyê, serbilindiya xwe ji sembolên ku di dîrokê de nemir bûne, yên weke Kleopatra, Hecer û dayika bawermendan Eyşe, digrin. Lê zilm û şert û mercên ku welat tê de ye, li ser jinên Sûriyeyê giran bûne, bi xwe re gelek hilweşînan anîne. Em hînî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûne, wan ramanan jin vejandin û rol û rewşa wan guherî. Em hêvî dikin ku em bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin."