Jinên Colemêrgê li çiyayan pincarên bi sûd kom dikin

Li Colemêrgê ku bi çiyayan dorpêçkirî ye, berhevkirina pincaran bi helandina berfê re dest pê dike. Pincarên weke mendê û siyabo ji bilindahiya çiyayan tên berhevkirin, piştî keda bi zehmet ji bo malbatê dibin çavkaniya debarê.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Colemêrg – Pinçarên weke siyabo û mendê ku li bilindahiya çiyayan şîn dibin, li Kurdistanê, ji aliyê jinan ve tên komkirin û di xwarinên cur be cur, çêkirina penîrê bi sirîk de tên bikaranîn. Ji van pincarên ku tamek xweş û cuda didin xwarinên gelerî, di heman demê de dibejin ‘derman.’

Ev pincarên ku her sal di meha Nîsanê de dest bi komkirina wan tê kirin, îsal ji ber dirêjbûna zivistanê her wiha ji ber ku berf dereng heliya, di meha Hezîranê de dest bi komkirina wan hat kirin.

Xezîneya li çiyayan

Xezal Akin a 45 salî dayîka 7 zarokan e debara xwe bi komkirina pincarên li çiya dike, karê wê dema ku roj derdikeve dest pê dike. Xezal bi zarokên xwe diçe ji çiyayan pincaran kom dike.

Sibehê saet 05:00’an de em ji malê derketin û ber bi çiyayê Gulort ve bi wesayîdê bi rê ketin. Lê belê wesayîd heta xalek diyar diçû. Ji ber dê kar dirêj bibe, xwarin û ava ku li gel xwe anîne li pişta xwe kirin û ketin rê. 

Beriya karê komkirina pincarê destpê bike, li xalekê disekinin û agir pê dixin, piştî çaya li ser vî agirî çêdibe, vedixwin her yek berê xwe dide aliyekî û dest bi komkirina pincaran dikin.

Li pişta wan tûrikk, di destên wan de kêr, gav bi gav diçin û li her xalê kîjan pincarê dibînin kom dikin. Pincarên ku kom dikin mendê û siyabo ne. Jin diyar dikin ku ev pincar hem depoya vîtamînan in, hem jî derman in. 

Dema ku tûrikê li pişta wan tije dibin, hem ji bo bêhna xwe vedin, hem jî ji bo pincarên ku kom kirine bixin torbeyek mezintir, vedigerin xala ku çay lê dem kirine. Mehek her sibeh ji saet 05:00’an heta 15:30’an rojane kar didome. Xezal Akin ku li ser sîparîşan firotinê dike, diyar dike ku malbata wê kîloya pincarê bi 130 lîreyan, kîloya mendê bi 200 lîreyan difroşe. Xezal Akin dibêje: “Em beramberî keda xwe nagirin lê belê karê me eve.”

Çavkaniya debarê ji axê ye

Xezal Akin bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye. Lê belê beriya salan bi malbata xwe re koçî Colemêrgê kirine. Xezal Akin ku di 15 salî de hatiye zewicandin, diyar dike ku ji ber hevjînê wê şivantiyê dike, li gelek gundên Geverê geriyane. Xezal Akin wiha got: “Piştî em hatin Geverê, min dest bi komkirina pincaran kir. Ev nêzî 20 salan e ez pincaran kom dikim. Ez debara xwe bi vê dikim. Hem difroşim, hem jî bi kar tînim lê belê hinek caran ji min re namîne.”

Xezal Akin da zanîn ku di salên borî de nedibû meha Hezîranê karê komkirina pincarê bi dawî dibû, îsal ji ber dirêjbûna baranê, dereng dest bi komkirinê kirine, îsal bi berhemtir e û wiha domand: “Ne hêjayî zehmetiya ku em dikşînin e lê em îdare dikin. Li bazarê kîloya wan bi 200 lîreyan tê firotin. Em li ser sîparîşan kom dikin, difroşin. Em hewl didin biçin hemû çiyayên ku lê pincar şîn dibin. Ji bo komkirina pincaran em kêrê bi kar tînin, ji kokê ve qutkirin nabe heyf e, guneh e.”

Karê Xezal Akin, dema roj diçe ava bi dawî dibe, piştre pincara xwe paqij dike, dipîve û xeberê dide xwediyê siparîşan.