Jinên ciwan têkoşîna kolektîf nîqaş kirin

Jinên ciwan ên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), panelek bi sernavê "Aştî û Civaka Demokratîk" a balê dikşînê li ser girîngiya têkoşîna kolektîf û ramana azad a di pêvajoya rizgariya civakî de, li dar xist.

Qamişlo – Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), îro li Qamîşloyê panelek bi sernavê "Aştî û Civaka Demokratîk" li dar xist. Di paneşê de girîngiya ramana azad û ruhê kolektîf ê têkoşînê ya di rêya azadiya civakî de hate destnîşankirin.

Panela ku bi dirûşmeya "Em ê bi Ruhê Rêvaltiya Kolektîf bi Rêber Apo re Bijin" hate lidarxistin, armanc dike rola jinên ciwan a di têkoşîna siyasî û civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bihêz bike û têgeha rêhevaltiyê kûrtir bike.

Gelek jinên ciwan ên çalakvan û siyasetmedar beşdarî panelê bûn. Beşdaran, mijara jinên ciwan çawa dikarin bi îlhamgirtina ramanên Abdullah Ocalan, beşdarî avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha azadî û wekheviyê dibin, nîqaş kirin.

‘Jinên ciwan di pêvajoyên biryargirtinê de rolek çalak dilîzin’

Di rûniştina ewil panelê de, endama Meclîsa PYD’ê Hûrî Şiblî balkişand li ser rola jinên ciwan di jiyana siyasî û civakî de. Hûrî Şiblî, diyar kir çalakbûna jinê ya d komun û meclîsan de, di avakirina pergaleke demokratîk û adil de gaveke bingehîn e û wiha axivî:

"Îro jinên ciwan, di mijara parastina destkeftiyên şoreşê û zindîkirina nirxên demokratîk de berpirsiyartiyên xwe pêktînin; êdî di pêvajoyên biryargirtinê de xwedî îradeyeke çalak, hişmend û biryardar in.”

‘Bêyî beşdariya jinan aştî pêknay’

Di rûniştina duyemîn de, Rêvebera Meclîsa Jinên Ciwan Şedê Hesen, balkişand li ser rola jinên ciwan a di avakirina civakek demokratîk û avakirina aştiyê de û got: "Aştiya rastîn bêyî beşdariya çalak a jinan a di polîtîkayên civakî û vîzyona pêşerojê de ne pêkan e.”

Şedê Hesen, destnîşan kir divê jinên ciwan ji aliyê siyasî û rewşenbîrî ve werin bihêzkirin û diyar kir jin hêza pêşeng a veguherîna civakî ne.

‘Ruhê kolektîf bingeha civaka demokratîk e’

Beşdaran, destnîşan kirin ku ruhê rêhevaltiyê çavkaniya bingehîn a civaka demokratîk e û anîn ziman ku jinan di parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava de rolek pêşeng lîstine.

Axaftvanan, diyar kirin ku jinan bi felsefeya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan îradeya qezençkirine û destnîşan kirin ku wekheviya civakî û edalet tenê bi têkoşîna kolektîf pêkan e.

Di dawiya panelê de hate gotin ku jinên ciwan in di avakirina civakeke demokratîk û azad de hêzek bingehîn in û lewma divê têkoşîna fikrî û rêxistinî bi biryardarî bê domandin.