Jinên Ciwan li Qamişloyê xwepêşandanek li dar xistin
Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî kiryarên ku HTŞ li ser şervanên YPJ’ê û jinan pêk tînin xwepêşandanek li dar xistin.
Qamişlo- Çeteyên HTŞ û û dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê êrîşî mirovahiyê dikin. Çete bi awayekî hovane jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Li hemberî van kiryarên qirêj berxwedan û têkoşîna jinên Kurd tirsek mezin xistiye dilê çeteyan. Li Qamişloyê jinên Ciwan xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandan li ber Çerxeriya Rojava hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê têkildarî xwepêşandanê mamosteya zimanê Kurdî Roz Elî anî ziman ku tu kes nikare îradeya wan bişkîne û wiha got: “Em jin û mêrên Kurd bi hev re di çeperan, siyaset, karên leşkerî û karên çandî de em ê li kêleka hev bin. Tu carî îradeya jinên Kurd nayê şikandin.
Paşê jî jinên ciwan keziyên hev hûnandin û tekez kirin ku ger wan keziyek qut kiribe wê bi milyonan kezî werin hunandin.
Xwepêşandan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.