Jinên ciwan konferansa ‘Jin û Rêbertî’ li dar dixin
Yekîtiya Jinên Ciwan bi beşdariya 150 delegeyan li Qamişlo konferansa Jin û Rêbertî bi dirûşmeya “Bi hevaltiya komînal, bi Rêber Apo re bijî” dixe.
Qamişlo – Yekîtiya Jinên Ciwan konferansa Jin û Rêbertî bi dirûşmeya “Bi hevaltiya komînal, bi Rêber Apo re bijî” li ser asta herêma Cizîrê li dar dixe. Konferans li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidar xistin.
Konferans li navenda çand û huner ya Mihemed Şêxo bi beşdariya 150 delegeyên Jinên Ciwan ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan û herwiha endamên Akademiya Jineolojî hat lidarxistin.
Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Di rêzê de ji bo dîwanê Berdevkên Jinên Ciwan yên Kantona Cizîrê Nûra Hemê, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj û Rêveberiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê Berfîn Çiya hatin hilbijartin.
Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rola jinên ciwan di civakê de, ji aliyê Rêveberiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê Şam El-Zên ve bi zimanê Erebî hatin xwendin.
‘Em ê bi jiyana komînal hemû pirsgirêkan çareser bikin’
Piştre Bêrîtan Roj, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi xêrhatina beşdaran got ku ev konferans ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatiye diyarkirin. Wê di axaftina xwe de destnîşan kir ku bangên Rêber Apo, bi taybet banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya 27’ê Sibatê, rê li ber jiyanek azad û hevbeş vekiriye ku tê de jin rola sereke digire.
Bêrîtan Roj got: “Divê hemû jin li gorî manîfestoya Rêber Apo xwe nirx bikin û bi bingehê vê felsefeyê berxwedan û rêxistbûna xwe xurtir bikin. Bi jiyana komînal em dikarin hemû pirsgirêkên civakî çareser bikin. Em jî dibêjin ku sala 2026’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”
‘Divê em li dijî biryarên bêmirovî yên li ser jinan xebatên xwe zêde bikin’
Herwiha endama Akademiya Jineolojî Şarezad Osman di axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Apo sedsala 21’an wek sedsala jinê bi nav kiriye. Wê got ku li herêmên cuda dewletên dagirker polîtîkayên li dijî jinan dimeşînin û bi taybet li Sûriyeyê binpêkirinên giran li ser mafên jinan tên kirin.
Şarezad Osman di dawiyê de got: “Gerek em weke jin bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin bikin, perwerdehiya xwe xurtir bikin û xwedî li hemû jinan, bi taybet jinên li hundir Sûriyeyê derkevin. Têkoşîna bi rêxistî û bi şûna xwe bi şert e ku jin azad bibin.”
Konferans bi nirxandin û gotûbêjên beşdarvanan didome.