Jinên ciwan ên Reqayê ji bo tundiya li dijî jinên Îranê daxuyaniyek da
Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li Stada Beledî ya Reqayê der barê sûcên tundiyê yên li dijî jinên Îranê daxuyaniyek da.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231104-image-870x-65467178a0c34-jpg924104-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Daxuyanî ji aliyê Endama Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîhal El Xelef hat xwendin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê helwesta xwe li hember bûyera dawîn a li Îranê çêbûye û di encamê de xwendekarek bi navê Amrîta Girawend hate qetilkirin, rave kir û got: “Em li dijî tundiya li ser jinan in. Tenê Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe û paradîgmaya neteweya demokratîk azadiya jinan parast. Bi saya wê şoreşa jinan bû şoreşeke cîhanî.”
Yekitiyê soz da ku şopdara rêya pêşeng û têkoşeran be û hemleya wan berdewam e heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.
Yekitiyê di dawiyê de wiha got: “Bi hêz û vîna jina azad em ê serkeftinê bi dest bixin.”