Jinên ciwan ên Kobanê: Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin
Jinên Ciwan ên Bajarê Kobanê diyar kirin ku ew jî beşdarî pêngava ‘Ez dixwazim Rêber Apo bibînim’ dibin û dê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, têkoşîna xwe bidomînin.

ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk ragihand, gelê Kurd û dostên wan dest bi pêngava "Em dixwazin Rêber Apo bibînin" kirin. Ev pêngav di asta Kurdistanê û Ewropayê de birêve diçe û heta niha bi hezaran kes beşdar bûne.
Jinên ciwan yên ji bajarê Kobanê ya kantona Firatê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bipêş xistine, destnîşan kirin ku ew jî bi dil û can piştevaniya pêngavê dikin.
‘Banga Rêber Apo çareseriya hemû krîz û aloziyan e’
Jina ciwan a bi navê Avaşîn Misto bal kişand ser girîngiya banga Ocalan û wiha got: "Banga Rêber Apo ya Aştî û Civak Demokratîk di asta Kurdistan û cîhanê de guhertinên berbiçav da çêkirin ku pêvajoyê bi temamî guherand. Bi vê bangê re careke din hat teqezkirin ku kilîta çareseriya hemû aloziyên niha tên jiyîn, li gel Rêber Apo ye. Bi taybetî em niha di qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn de ne, ev gang yekser dikare dawî li vî şerî û komkujiyên ku pêk tên, bîne. Lewra pêkanîna banga Rêbertî li gor demê ye û divê demildest bikeve pratîkê."
‘Dewleta Tirk heta niha jî gav navêtine’
Avaşîn Misto di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku heta niha tu gav ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin û wiha got: "Banga Rêber Apo bangeke dîrokî ye ku dê bi xwe re aştî û demokarasiyê li tevahiya cîhanê deng veda. Rol û mîsyoneke bi xwe re anî û her kesî nêrînên xwe li ser da û guherînek bi xwe re anî. Lê mixabin tenê dewleta Tirk li gor pêvajoya heyî tu guhertin çênekir. Diviyabû di destpêkê de şert û mercên Rêber Apo bihatina guhertin, piştre jî gavên pratîk yên pêkanîna banga dîrokî bikira. Rêber Apo erka xwe bicîh anî, pê ve girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê jî helwesta xwe li gor banga Rêbertî nîşan da."
‘Em bi dilsoziyeke mezin tevlî pêngavê dibin’
Avaşîn Misto girêdayî pêngava “Ez dixwazim Rêber Apo bibînim”, hestên xwe wiha anî ziman: “Li gorî banga Rêbertî û fesihkirina PKK’ê, heta niha tu guhertin çênebûye. Ji ber vê yekê jî ji aliyê dilsozên Rêber Apo ve pêngava “Ez dixwazim Rêber Apo bibînim” hat destpêkirin. Em jî wek jinên ciwan dixwazin Rêberê xwe bibînin, Rêberê ku ewqas fikir û felsefeya xwe ji vî gelî re da meşandin û daye naskirin, hêviya her kesî heye ku kesekî wek wî bibîne. Em jî wek jinên ciwan tevlî pêngavê dibin û em ranawestin heta ku Rêber Apo bi awayê fîzîkî bibînin. Ji ber ku Rêberek wek Abdullah Ocalan girîngiyek dide jinên ciwan ku xwe nas bikin û azad tevbigerin. Ji bo vê jî em dixwazin di demeke nêz de Rêberê xwe bibînin û hembêz bikin."
‘Xeyala me ya bingehîn dîtina Rêber Apo ye’
Jina ciwan a bi navê Narîn Mihemed jî di destpêka axaftina xwe de anê ziman ku banga Ocalan a di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî bûye, gelek guhertin li cîhanê çêkiriye û wiha got: “Di nava vê bangê de behsa fesihkirina PKK’ê kir û li gorî vê banga dîrokî PKK’ê xwe fesih kir. Li hember van xalan diviyabû guhertin di cihê Rêbertî de bihata çêkirin. An dewleta Tirk çareseriyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah re bidîta. Lê em dibînin ku ev bêdengiya xwe nîşand dide. Ji bo vê jî emê her tim azadiya fîzikî ya Rêber Apo bixwazin. Li hember vana jî li her cihê me dest bi pêngavek kiriye. Emê pêngava xwe berdewam bikin heta ku Rêber Apo azad dibe. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan fikir û felsefeya xwe bi cîhanê daye naskirin, em jî dixwazin kesayetek wek Rêbertî di demeke nêz de bibînin."