Jinên ciwan: Emê xwedî li vê pêvajoyê derkevin

Jinên Ciwan tekez kirin ku Zeynep Kınacı bi çalakiya xwe ya fedayî xeta azadiya jinê parast û xwedî li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derketiye û gotin: “Em ê li ser şopa Zîlan, xwedî li pêvajoyê derkevin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi boneya salvegera 29’emîn a çalakiya têkoşer û  pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Zîlan (Zeyneb Kinaci), 5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan di 29-30’ê Hezîranê de hat lidarxistin. Jinên ciwan ên ku beşdarî festîvalê bûn, têkoşer Zîlan bibîr anîn û soza şopandina xeta azadiyê nû kirin.

‘Şehîd Zîlan xeta azadiya jinê parast’

Endama Rêvberiya Jinên Ciwan a Hesekê Sara Hesen diyar kir ku Zîlan jinek Kurd a ji bo tevahî jinan xeta azadiyê parast e û wiha got: “Ji bo me wekî jinên ciwan, Şehîd Zîlan pêşenga xeta azadiyê ye. Zîlanê bi çalakiya xwe ya fedaî ji tevahî cîhanê re nîşan da ku jin xwedî rol û hêzek mezin e. Ji bo ku bibe bersiv ji pêvajoya ku tê de derbas dibû canê xwe feda kir û komplogeran vala derxist. Xeta azadiyê ya ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê pêşkêş kir, jinên pêşeng mîna Şehîd Zîlan xwe kirin xelek û wê parastin. Em wekî jinên ciwan, şopdarên xeta Şehîd Zîlan in û emê rê nedin dijmin ku êrîşî xeta me bikin.”

‘Zîlan ji bo jinan riya ronahî û hêviyê ye’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Nûra Hemê da zanîn ku hêz û îradeya Şehîd Zîlan tirs di dilê hêzên desthilatdar de çêkir û wiha domand: “Çalakiya Şehîd Zîlan li her çar aliyên Kurdistanê deng veda. Ev çalakî peyamek ku tê de dixwaze hêviya xwe bîne ziman ku her jinek li ser xeta azadiyê azad û bi rûmet bijî. Zîlan bi çalakiya xwe ji bo jinan bû riya ronahî û berdewamkirina têkoşînê. Em soz didin ku şehîdên xwe û şehîd Zîlan, emê têkoşîna xwe xurtir bikin heya em bighên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

‘Zîlan komplogeran vala derxist’

Jina ciwan Henan Mihêmîd ku ji pêkhateyên Ereb e destnîşan kir ku xeta Şehîd Zîlan xetek tevahî pêkhateyan ji bişaftin û koletiyê xelas kir e û wiha got: “Şehîd Zîlan ji bo me hêz, îrade û pêşeng e . Çawa bi çalakiya xwe bersîv da komplogeran û wan têk bir, emê jî bi têkoşîn û berxwedaniya xwe bighên xeyal û hêviyên hemû şehîdan û Rêber Apo fîzîkî rizgar bikin. Pêvajoya ku em tê de derbas dibin pêvajoyeke pêwîstiya wê bi pêşengtiyê heye, em jî wekî jinên ciwan emê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û azadiyê mîsoger bikin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna bi salan, dê bighê encama xwe.”