Jinên Cezayirî xwe ji hilbijartinan re amade dikin

Jinên Cezayîrê ji bo hilbijartina serokomariyê ku tê plankirin 7’ê Îlonê pêk were, ji semîner, civîn, xebatên li taxan bigre heta kampanyayan, ji bo jin di warê siyasî de bi hêz bibin di gelek waran de dixebitin.

Cezayir- Serokomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun, di meha Adara borî de bi Serokê Îdareye Hilbijartina Neteweyî (ANIE) û bi rayedarên payebilind re civînek li dar xistibû, diyar kiribû ku hilbijartinên ku hatibû plankirin di meha Kanûnê de pêk werin dê di 7’ê Îlona  2024'an de pêk werin. Komeleya Horiye ya ji bo Jinên Cezayîrê, di pêvajoyeke ku jin di warê beşdariya siyasetê de qels in, ji bo şiyariya jinan a siyasî zêdetir bike dest bi bernameyek kir.

Ji bo hilbijartinên li Cezayîrê jinan dest bi xebatan kirin

Seroka Komeleya Niştîmanî ya jinên Cezayîrê Etîqa Hirêşan teqez kir ku bilindkirina hişyariya siyasî bi jinan re girîng û sereke ye û ya esas ew e ku rola jinan bilind bibe bi taybetî di warê siyasî de.

Li Cezayîrê careke din nakokiyên der barê girîngiya beşdariya jinan di warê siyasî de derketin. Bi taybetî bi nêzikbûna hilbijartinan re û piştî dosyayên jinên mîna Zubeyde Esûl û Seîde Nexze hatin redkirin, seroka Partiya Karkeran Liwîze Henûn di dawiya meha Tîrmehê de xwe vekişand.

Di demeke ku jinan li Cezayîrê tevli karên siyasî dibin Komeleya Horiye ya Jinên Cezayîrê, dest bi bernameyek ji bo bilindkirina hişyariya jinan di warê siyasî de û girîngiya beşdariya wan a di hilbijartinan de kir.

Komeleya Femînîst ji bo hişyarkirina jinan dixebite

Der barê mijarê de seroka Komeleya Niştîmanî ya Jinên Cezayîrê Etîqe Herşan got: "Di komeleyê de em kar li ser bilindkirina zanebûna jinan dikin û rola ku divê bilîzin nîşanî wan didin. Her wiha em beşdarî dozên ku ji bo jinan û welat girîng in dibin. Amadekariyên ji hilbijartinên li pêş re girîng in. Weke komeleyeke femînîst rola me ew e ku em jinan teşwîq bikin tevlibûneke erênî û çalak di dozên welat û neteweyî de çêkin."

Etîqe Herşan teqez kir ku beşdariya siyasî ya jinan bi qasî beşdariya wan a aborî civakî fikrî û zanistî girîng e û jinên Cezayîrê di çarçoveya zagonên qanûnî de parastî ne.

Jin rola xwe ya zanistî lîstin

Etîqe Herşan wiha berdewam kir: "Jinan cihê xwe di hemû waran de girtine. Yek ji wan jî warê zanistî ye. Ji ber wê hejmara lêkolîner mamoste rêveber wezîr û berpirsên aliyê dîplomatîk jî zêde bûye. Ji ber vê yekê îro girîng e em behsa girîngiya çûyîna ji maf ber bi erk ve biçin."

‘Ger jin erka xwe di hilbijartinan de bi mêran re nekin wekhevî ne pêkan e’

Etîqe Herşan destnîşan kir ku ger jin erka xwe ya hilbijartinan li kêleka mêran nekin wekhevî ne pêkan e û got: "Wekhevî xwe naspêre aliyekî tenê. Nabe ku rola jinan tenê dengdayîn be. Ji ber ku rola wan ji vê zêdetir e ji ber ku jin dizanin çiqas guhertin çêdibin."

Etîqe Herşan destnîşan kir ku beşdariya jinan a biryaran û hilbijartina ji bo rêvebirin û nûnertiya welat di aliyên navdewletî de girîng e û wiha berdewam kir: "Dîroka beşdariya jinên siyasetmedar heye. Dayikên me roleke girîng di vegera rêveberiyan û xurtkirina jinan de piştî serxwebûnê lîstine. Ji ber wê girîng e nifşên piştî tevgerê, bi alîkariya dayikan beşdar bibin."

Pêngava "Dengê min derfeta min e" bi dirûşma "Dengê min emanet e" didome

Ji aliyê din ve berpirsa ragihandina niştîmanî ya komeleyê û rêvebera pêngava "Dengê min derfeta min e" Cîhad Seyad got: "Armanca sereke bi pêngavê bilindkirina zanabûna jinan e ji bo berpirsyariyên xwe bizanibin û erka xwe ya hilbijartinan di hilbijartina serokatiyê de bilîzin. Her wiha hişyarkirina jinan ji bo bizanibin kê hildibjêrin."

Der barê çalakiyên ku komele li dar dixe de jî got: "Me çalakiyan bi awayê du beşan dest pê kir. Beşa amadeyî û beşa dîjîtal. Beşa dîjîtal, panel û diyalogên dîjîtal bi kesayetên siyasî çalak re ji hemû aliyan re li dar dixe. Beşa duyem jî çalakiyên meydanî û hişyariyê ji jinan re di navbera xwe de li dar dixe. Her wiha têkiliya bi ragihandinê re û birêxistinkirina panelên amadeyî di nav de panela jinan di bernameyên siyasî yên cuda ji hersê namzedan re."