Jinên çalakvan yên Afganî bang li NY kirin
Parêzvanên mafên jinan li Afganistanê bang li NY kirin. Di bangawaziyê de gotin ji bo jinên ku di bin rejîma Talîbanê de êş dikişînin tavilê tedbîran bigire.
Navenda Nûçeyan – Jinên çalakvan yên Afganî bi dîmen bangek bi sernavê "Nameya Vekirî ji Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Annalena Baerbock" weşandin. Vîdyo teqez dike ku jinên Afganî di bin desthilatdariya Talîbanê de bi cudakariya zayendî ya giran re rû bi rû dimînin, û ew bi awayekî sîstematîk ji perwerde, kar, azadiya tevgerê û jiyana giştî têne dûrxistin.
Jinên ku banga çalakiya lezgîn kirin, gotin, "Bila cudakariya zayendî bi dawî bibe, mekanîzmayên hesab pirsîna navneteweyî werin avakirin. Em bersivên qels û devkî rexne dikin. Em daxwaz dikin ku mafên jinên Afganî bi rastî werin parastin û pêşîyê bidin wan."