Jinên Belûç ên ku ji bo parastina ax û jingeha xwe têkoşîn dikin: Bi êrişan re rûbirû hatin

Jinên Belûç li hember Kana Zêr ku li ser ax, erd û herêma wan bê çêkirin dinava xwepêşandanê de ne. Ji bo parastina gund û jîngeha xwe jin pêşengtiyê dikin.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Sersiyah, navçeya Teftanê, hin jin û keçên Belûç di dema xwepêşandanekê de li dijî bandorên jîngehî û civakî yên Kana Zêrê Teftanê rastî destwerdana tund a hêzên ewlehiyê û karmendên şîrketa madenê hatin. Rapor û dîmenên tên parve kirin ji herêmê, nîşan didin ku jinên xwepêşander ne tenê rastî gef û heqaretan hatine, lê hin ji wan rastî êrîşa fîzîkî jî hatine. Vê rewşê careke din fikarên li ser nêzîkatiya rayedarên Belûçistanê ya li hember daxwazên sivîl û jîngehî derxistiye holê.

Ax û erdên bav û kalên wan têne desteserkirin

Li gorî çavkaniyên herêmî, di 16’ê Hezîrana 2026’an de, komek jinên ku li gundê Sersiyah dijîn, li dijî berdewamiya xebatên Kana Zêrê Taftan û bandorên wê yên wêranker li ser jîngeh, çavkaniyên avê û erdên çandiniyê xwepêşandanek li dar xistin.

Gundî dibêjin ku berfirehbûna operasyonên madenê di salên dawî de baxçeyên kevnar, erdên çandiniyê û çavkaniyên avê bi giranî zirar daye û debara bi dehan malbatên gundî tehdît kiriye. Wan her wiha fikara xwe anîn ziman ku hin ji erdên bav û kalên wan ji hêla avahiyên girêdayî madenê ve têne desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di dema xwepêşandanan de, hêzên polîs, karkerên madenê û yekîneyên ewlehiyê ketin gund, atmosferek tehdîdkar û tirsnak afirandin û hewl dan ku xwepêşandana jinan belav bikin.

Jin pêşengtiya parastina jingeha xwe dikin

Dîmenên hatine weşandin nîşan didin ku jinên Belûç di îfadekirina daxwazên herêmî û parastina çavkaniyên xwezayî de roleke girîng dilîzin. Lêbelê, li gorî şahidan, bersiva van xwepêşandanan ne diyalog bû, lê gef, heqaret û tundî bû.

Raport nîşan didin ku hin jinên xwepêşander bi binçavkirin û heta bi gefên "derxistinê" re rû bi rû mane. Bikaranîna zimanekî wisa li dijî jinên ku dixwazin erd, av û jîngeha xwe biparêzin, ji hêla çalakvanên civaka sivîl û bikarhênerên medyaya civakî ve bi tundî hatiye şermezarkirin.

Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku ev ne tenê pevçûnek herêmî ye; ew beşek ji pêvajoyek berfirehtir e ku tê de jinên Belûç bi awayekî sîstematîk bi zexta ewlehiyê û sînorkirinên zêde re rû bi rû dimînin dema ku daxwazên xwe yên civakî, jîngehî û qanûnî tînin ziman.

Di pevçûnê de jinek birîndar bûye

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku jineke pîr a Belûç di bûyerê de birîndar bûye. Tê îdîakirin ku yek ji cerdevanên ewlehiyê yên madenê ew avêtiye nav çalekê û birîndar bûye.

Heta ku rapor nehat weşandin, derbarê rewşa tenduristiya jinê de tu agahîyên zelal tune bûn, lê wêne û gotinên şahidan fikarên cidî derxistin holê.

Berpirsiyar werin destnîşankirin û cezakirin

Dîmenek din nîşan dide ku hêzên ewlehiyê û berpirsên madenê destwerdanê li xwepêşanderên jin dikin. Di dîmenan de jineke pir lêdan dixwe, li dû wê jineke din a ku bûyeran tomar dikir bi êrişê re rûbirû tê. 

Jina ku di dîmen de dibêje ku gef li wê hatiye xwarin û jêre gotine, "Em ê li devê te bidin," û ku hin berpirsên ewlehiya madenê heqaret li wê kirine, yekî jî gef li wê xwariye ku dê mala wê bigere.

Belavkirina van dîmenan di nav welatiyên Belûç û parêzvanên mafên mirovan de bû sedema nerazîbûn û rexneyan; gelek kes daxwaz dikin ku berpirsiyar werin destnîşankirin û cezakirin.

Windabûna van çavkaniyan windabûna dahata wane

Xwepêşandana xelkê Sersiyah ne tenê bi xwedîtiya erdê ve sînordar e. Niştecih dibêjin ku çalakiyên madenê yên di salên dawî de çavkaniyên avê kêm kirine, kaniyan zirar dane û çandinî û baxçevaniyê bi giranî tehdît kirine.

Xelk bawer dikin ku madena madenê, ku bêyî nirxandinek têrker a bandorên jîngehê û bêyî razîbûna civakên herêmî tê kirin, dikare avahiya aborî û civakî ya herêmê bixe nav krîzên hîn kûrtir. Gelek malbatên gundî ji bo debara xwe bi çandinî û baxçevaniyê ve girêdayî ne û windabûna van çavkaniyan wekî windabûna yekane çavkaniya dahata xwe dibînin.

Niştecihên herêmî bi salan e li dijî madenê ne

Xwepêşandanên li dijî Kana Zêrê Taftanê ne tiştekî nû ne. Niştecihên herêmî bi salan e li dijî berfirehkirina madenê ne.

Li gorî raporên heyî, raya giştî di salên 2022 û 2024’an de li cihê madenê û li ber ofîsa parêzgarê navçeya Taftanê di dîrokên cûda de xwepêşandan li dar xistin û daxwaza rawestandina çalakiyan ji ber wêrankirina jîngehê û desteserkirina erdê kirin.

Ev xwepêşandan carinan bi destwerdana ewlehiyê re rû bi rû mane. Mînakî, di 7’ê Hezîrana 2024’an de, hin welatiyên Belûç û rêberên raya giştî yên herêmî li navçeyên Hash û Taftanê di derbarê van xwepêşandanan de hatin binçavkirin.

‘Daxwazên wan ne ji bo pevçûnê ne, lê ji bo parastina erd, av û jîngehê ye’

Her çend niştecihên Sersiyahê daxwaz dikin ku giliyên wan werin lêkolînkirin, çavkaniyên xwezayî werin parastin û mafên civakên herêmî werin rêzgirtin, wêneyên dawî pirsên cidî li ser nêzîkatiya rayedaran a li hember xwepêşandanên sivîl derdixin holê.

Xelkê herêmî tekez dikin ku daxwazên wan ne ji bo pevçûnê ne, lê ji bo parastina erd, av û jîngeha ku ew bi nifşan bi hev re lê dijîn in. Ew ji rayedaran dixwazin ku li şûna tundûtûjiyê diyalogê bikin, bersiva fikarên gel bidin û pêşî li dubarebûna bûyerên ku ewlehî û rûmeta welatiyan xera dikin bigirin.