Jinên bajarê Qamişlo: Em hevî dikin şaredarî xizmetê ji gel re bike

Bi nêzbûna hilbijartinên şaredariyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinên bajarê Qamişlo ji bo xizmetê daxwazên xwe anîn ser ziman. Jinan diyarkirin ku ew hevî dikin şaredarî li ser pêşniyarên gel kar bike.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Amedakariyên hilbijartinên şaredariyan ên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê meha Tebaxê were li dar xistin rûxmê di bin gefên dewleta Tirk de berdevam dike.  Jinên Qamişlo ên ku raya xwe bikar bînin ji bo hevşaredarên bên hilbijartin hevî û û daxwazên xwe ji ajansa me re anîn ser ziman. Jinan diyar kirin ku divê şaredarî xizmeta gel bike û bi projeyên taybet jin û ciwan û zarokan bigre nav xwe.

‘Divê şaredarî planeke stratejîk di salên li pêşiya me de deyne’

Jina ciwan Cûdî Îbrahîm der barê hilbijartinan û hevşaredarên ku werin hilbijartin de wiha got: "Bi nêzbûna hilbijartinan re ez hêvî dikim şaredarî ji bo gel bi taybet ji bo ciwanan xizmet bike. Her wiha ji bo civak pêş bikeve divê şaredarî planeke stratejîk di salên li pêşiya me de deyne ku xwezaya bajêr û şaristaniya wê were parastin. Li milekî din jî divê riyên gund bajarok û bajaran werin sererastkirin. Divê şaredarî projeyên taybet ji bo ciwanan ava bike. mîna avakirina navendên çandî, navendên sporê, pêşxistina karînên ciwanan û her wiha dewreyên perwerdeyê.” Cûdî Îbrahîm destnîşan kir ku divê perwerdeya paqijiyê ji zarokên dibistanan, xelkên di komînan de hebe û teqez kir ku jenator û dûmana wan zirarê li mirovan dikin û nexweşiyên mîna penceşêr, rebû û hed çêdike.

‘Divê şaredarî rexne û pêşniyaran guhdar bike’

Cûdî Îbrahîm di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: "Divê parzûnên sotemeniyê hebin ji ber xaza ji wan derdikeve gelek ziraran li jîngehê dike. Divê şaredarî zagona binpêkirinan ji her kesê jîngehê, kolanan û taxan gemar dikin bisepîne. Dewreyên ji bo muhasebekirina her kesê van kirinan dike werin belavkirin. Divê şaredarî her meh bi gel re bicive ji bo rexne û pêşinyarên wan guhdar bike. Bi vê yekê têkiliya di navbera şaredarî û gel dê xurt bibe.

Cûdî Îbrahîm wiha bi dawî kir: “Em daxwaza avakirina parkan di nav taxan de dikin bes tenê ji bo malbat û zarokan be. Her wiha daxwaza avakirina komîteyên parastina herêmên xwezayî dikin. Em ji hemû welatî û saziyan hevî dikin ku li pêşiya malan û saziyan dara biçînin û li wan miqatebin.”

 'Em hêvî dikin ku şaredarî karê xwe baş bike’

Leyla Omer bi gotina "Em hêvî dikin ku şaredarî karê xwe baş bike" dest bi axaftina xwe kir daxwaz ji şaredariyê kir ku riyan sererast bike her wiha hemû riyên giştî û nava taxan ronî bike û wiha pê de çû: “Rojane çop were komkirin  da ku bêhn û nexweşî dernekevin.

Perwîn Mihemed jî bal kişand ser girîngiya baldariya bi parkên giştî û cihên seyranan û got: "Em hêvî dikin şaredarî bi armanca ku hevsengî di xwezayê de çêbibe nebatan zêde bike.”  

Wesmiya Xelef jî got: "Divê şaredarî dermanên taybet ji bo kêzikan bide gel. Bi taybet di demsala havînê de em gelek azaran ji ber wan kêzikan dikşînin. Ji ber kêzikên bi jehrî hene ji bo zarokên xwe bi fikarin.”