Jinên bajarê Kobanê Zeynep Kinaci bibîranîn
Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê di bin silogana ‘Şehîd Zîlan xeta jiyana azad û serketinê ye’ têkoşer Zîlan di salvegera 29’emîn de çalakiya bibîranînê birêxistin kir.

Kobanê – 30’ê Hezîranê 29’emîn salvegera şehadeta têkoşer Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan ku di Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî li dijî artêşa dewleta Tirk pêkanî. Ev çalakiya ku pêkhat ji bo jinên Kurd û Tevgera Azadiyê weke gav û şêwazekî nû a jiyana azad tê destgirtin.
Bi vê wesîleyê îro rêxistina Kongra Star çalakiya bîranînê li qada şehîd Egîd a bajarê Kobanê li kantona Firatê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxist. Di şahiyê de bi sedan jin û şêniyên Kobanê, rêxistin û saziyên jinan, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan amedebûn.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama kordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axaftin kir.
‘Şehîd Zîlan gaveke nû di xet û têkoşîna azadiya jin de bû’
Zozan Bekir wiha got: “Şehîd Zîlan yek ji têkoşerên ku bi xwîna xwe di xeta azadiya jin de gaveke nû bû ku di têkoşîn, azadî û dozan jinan de şêwazekî nû bû, her wiha ji bo pirojeyên Rêber Apo ku ji bo wê xebat û têkoşîn dida meşandin şehîd Zîlan bû çavkanî. Ji bo vê jî îro jin û gelê Kurd dikarin bi vîn, hebûn, ziman û nasnameya xwe bijîn û vê mîrateyê heta roja îro anîn. Ji ber vê jî ez dikarim teqez bikim ku em xwedî dîrokeke gelek dewlemend in û destkeftiyên me bi xwîna şehîdan hatin qezenckirin. Ger ku em weke jin xwedî fikrekî azad in û li qadên têkoşînê ne, ev yek xwe dispêre fedayîtiya şehîd Zîlan û têkoşerên weke wê.”
Di çalakiyê de bê navber siloganên ‘jin, jiyan, azadî’ û tilîliyên jinan hatin berzkirin.
Herî dawî çalakî bi stranên şoreşgerî yên ji aliyê Tevgera Çand û Hûnerê ya kantona Firatê û navenda Çand û Hûnerê ya a Cemîl Horo a bajarê Helebê bi dawî bû.