Jinên bajarê Hesekê: Em li gel xelkê Şêx Meqsûd in

Jinên bajarê Hesekê êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û gotin ew li gel xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Êrîşên ku cîhadîstên HTŞ’ê li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin, bû sedema qetilkirin û birîndariya gelek sivîlan. Lê beriya vê êrîşê, ji 25’ê Îlonê ve dorpêçek giran li ser her du taxan hat ferzkirin, bi wê re HTŞ’ê nehişt sotemenî û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Li kêleka wê jî cîhadîstên HTŞ’ê, dronên xwe li ser her du taxan gerandin. Ev jî binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên cîhadîstên HTŞ’ê de hatiye îmzekirin e.Têkildarî êrîşan, jinan ji bajarê Hesekê helwesta xwe nîşan dan.

‘Bila cîhadîstên HTŞ’ê êrîşan rawestînin’

Yek ji jinên koçber ên ji Efrînê, Rodîn Mihemed Bekir e. Rodîn piştrast kir ku armanca êrîşên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatin, binpêkirina peymanan û têkbirina aramiya Sûriyeyê ye û wiha got: “Cîhadîstên HTŞ’ê divê gavên ji bo pêkanîna peymanên ku armanca wan aramî û vegera ewle ye bavêje. Em bawer dikin ku dewleta Tirkiyê li pişt van êrîşan e û divê HTŞ erkê xwe bicîh bîne û êrîşên li ser herêmê û gelê wê qebûl neke.”

‘Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de êrîş dikin’

Cîhan Xalid ku êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir, bal kişand ser armanca êrîşan û hestên xwe wiha anî ziman: “Di demekê de ku em banga aştî, wekhevî û edaletê dikin de, êrîş li ser sivîlan zêde dibe. Em ne hezkiriyên şer û kuştinê ne. Em dixwazin hemû civakên herêmê bi hev re di ewlehî û aramiyê de bijîn. Lê ger êrîşî me bê kirin, erkê me ye ku em ax û rûmeta xwe biparêzin û ji bo azadiyê li ber xwe bidin.”

‘Parastin peywirek e’

Cîhan balkişand ser girîngiya parastinê ya di vê pêvajoyê de û wiha got: “Di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin de, parastin bi qasî av û hewayê girîng e. Dibêjim divê hemû jin tax û deverên xwe biparêzin û divê em piştgiriyê bidin jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.”

‘Em salek nû bi aştî û demokrasî dixwazin’

Susan Oso destnîşan kir ku bi hatina saleke nû re, divê şer, xwînrijandin û koçberî bi dawî bibin û bendewariyên xwe wiha vegot: “Em dixwazin ku sala nû bibe saleke aramî û ewlehiyê. Ji ber vê yekê, divê cîhadîstên HTŞ’ê van êrîşan bi dawî bike û hewl bide ku Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bike.”