Jinên Amedî: Divê hikumet gavên şênber bavêje
Gel pêşketinên ku di çarçoveya “Aştî û Civaka Demokratîk” de çêdibin bi heyecan dişopîne, li aliyekî din jî gel hê jî bi heyecan li benda gavên ku hikumet bavêje ye. Jinên Amedî li ser pêvajoyê gotin ku daxwazên me hene.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de 9’ê Temûzê bi girtiyên li Îmraliyê re banga bi vîdyo kirin. Abdullah Ocalan, diyar kir ku manifestoya Civaka Demokratîk a ku amade kiriye dê bikeve cihê “Riya Şoreşa Kurdistanê” ya 50 salî û ji bo aştiya herêmî û kûrewî bibe gaveke dîrokî.
Piştî daxuyaniyê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser banga Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. KCK’ê li ser banga Abdullah Ocalan got: “Em bi biryar in gava ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Divê were zanîn ku pêvajo yekalî û tenê bi gavên em bavêjin bi pêş nakeve. Divê nêzikatiyeke rast ji bo pêvajoyê hebe û gavên pêwist werin avêtin.”
Di vê dema ku her roj pêşketin çêdibin de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, ragihand ku ew ê 11’ê Temûzê ji bo şopandina merasîma PKK’ê li Silêmaniyê bin.
Der barê pêşketinên dîrokî yên ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûn de, jinên Amedê diyar kirin ku divê hikumet êdî gavên şênber bavêje.
Gelek jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, dan zanîn ku ji ber baweriya wan bi hikumeta AKP’ê tune ye, bi temkîn in, bi gavên demokratîkbûn û temînata zagonî dê bawerî çêbibe.
Jinan diyar kir ku çalakiyên di zagonan de di çarçoveya “azadiya raman û îfadeyê” de ne, weke “sûc” tên dîtin, welatî tên cezakirin, ji ber vê yekê ew li benda gavên ku ji aliyê dewlet û hikumetê ve werin avêtin in.
Lamîa Demîr diyar kir ku ew pêvajoyê baş û erênî dibînin lewre şerê ku bi salan e didome bûye sedema mirin abi hezaran ciwanên Kurd û got: “Em dixwazin ev şer biqede. Weke din em tiştek naxwazin. Bila aştî çêbibe. Em her du netew bi hev re dijîn, dikarin weke xwişk û bira bin. Bila êdî dilê dayikan bi mirina zarokên wan neşewite.”
‘Em ji niha û pê vê dibêjin êdî bes e’
Li gorî Lamia Demîr bandora şer li ser aboriyê heye, gel bi xizaniyê re têdikoşin û wiha domand: “Mirov xizan û perîşan in. Heta îro me gelek mirovan winda kir lê ji niha û pêve em dibêjin êdî bes e. Hê jî birtiyên me hene. Em ji Xweda dixwazin di demek nêz de derbikevin. Înşaallah zulma kesên li Kurdan zulmê dikin bi dawî bibe.”
Zerîfe Tunç jî xwest girtiyên siyasî demildest werin berdan. Zerîfe Tunç bertek nîşanî bernedana hilbijartiyan da û got: “Me tu carî şer nexwestiye em hem aştî hem jî edaletê dixwazin.”
‘Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê were dayîn’
Ji jinan Fatma Kurşun jî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî zimanan bi taybetî zimanê Kurdî rexne kir, weke ciwanek Kurd bendewariyên xwe yên ji pêvajoyê wiha anî ziman: “Hê jî tu mafên me nedane. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Pêşî gotin dersa hilbijartî lê li dibistanan an mudur li pêşiya hilbijartina dersa Kurdî dibin asteng, an jî bi qasî hejmara ku têr bike mamosteyan tayin nakin. Bi vê pêvajoyê re dibe ku tayînkirin jî zêde bibe lê daxwaza me dersa hilbijartî nîn e, nasîna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”
‘Tenê gotina xwişkîtî û biratiyê bes nîn e’
Fatma Kurşun, bal kişand ku ji bo ku gotina “xwişkîtî û biratî” ya di vê pêvajoyê de her dem tê ziman pêk were divê wekhevî di pratîkê de hebe û wiha berdewam kir: “Divê êdî qeyûm navêjin ser şaredariyan. Em dixwazin hevşaredarên ku me ew hilbijartine bibînin. Em dixwazin em bi xwe rêveberiya xwe bikin, ev nayê wateya ku ji aliyê erdnîgarî ve em ji Tirkiyeyê veqetin, em dixwazin bi çanda xwe bijîn. Bila rêveberiya me hebe. Em di warê siyasî de azadiyê dixwazin. Bila mafê perwerdeya me hebe. Tevî ku em bi zarokên xwe re li malê bi Kurdî diaxivin jî bi Tirkî bersiva me didin lewre bi zimanê xwe naxwînin. Divê em mijar çareser bibe, zimanê me weke zimanê duyemîn neyê dîtin.”