Jinên Afganî li hember rejîma Talîbanê meşek li dar xistin
Jinên Afganî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hember rejîma Talîbanê ya tundirew, olperestiya hişk meşek li dar xistin.
Navenda Nûçeyan – Li Afganîstanê rejîma Talîbanê tevahî qadên jiyanê ji bo jinê kiriye qada kuştin û koletiyê. Jin ji qada jiyan, kar, aborî, civakî durxistiye. Jinên Afganî li hember ev rejîma tundirew, olperestiya hişk her tim di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ye. Bi boneya 8’ê Adarê jî jinên Afganî di 8’ê Adarê de ji bo protestokirina cudakariya zayendî meşiyan.
Jinên beşdar di meşa li Kabîlê ya Afganistanê de pankartên bi nivîsa "Rawestandina Cudakariya Zayendî" nîşan dan. Jinan dirûşmeyên wekî "Eniya me kolan in, dijminê me Talîban e" û "Dengê jinên Afganî dê tu carî neyê bêdengkirin" qîr kirin.