Jinên Abya Yala ji bo piştevaniya Şexmeqsûd û Rojhilat bang kirin
Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn careke din li hemberî hovîtiya şerê faşîzma dewlet û çeteyan, “berxwedana jin û gelên Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re wek nimûneyeke rûmetê” nîşan da û banga parastina Rojava û Rojhilatê kir.
Navenda Nûçeyan – Tora Jinên Pêşerojê Dihûnin ji Abya Yala daxuyanî dan û serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û berxwedana li taxên Kurdan a li Helebê silav kirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Bi gelên li berxwe didin re, bi Rojava û Rojhilat re em bi hev re ne!
Em ji Abya Yala piştgiriya xwe ji serhildana gelên li Rojhilat û Îranê re radigihînin û piştgiriya xwe ji berxwedana gelê li Helebê re pêşkêş dikin!
Em Rojava biparêzin! Em Rojhilat biparêzin!
Em wek jinên ‘Tora Jinên Pêşerojê Dihûnîn’ li dijî her cure êrîşên li ser jiyan, ax û civakên me dengê xwe bilind dikin. Em beşdarî meş û berxwedana jin û gelan dibin ku bi cesaret û berxwedana xwe li ser asta cîhanê rêya azadiyê didomînin. Em ji Abya Yala wek jin, berxwedana jin û gelên Kurdistanê yên bi bedena xwe ax û civakên xwe diparêzin û xwedî lê derdikevin.
Ji 28’ê Kanûna 2025’an û vir ve, li Rojhilatê Kurdistanê ya di nav sînorên rejîma Îranê de, pêlek protestoyan dîsa kolan, bajarok û bajarên herêmê hejandin. Ji roja yekem ve grev û protesto ji aliyê Sendîkaya Karkerên Kurd û Îranî ve hatine piştgirîkirin; sendîka di daxuyaniya xwe ya yekem de eşkere got ku ev serhildana gel li dijî xizaniyê, enflasyona bilind, hilweşîna aborî, siyaseta dîktatoriyê, zordariya li ser gel û tundiya li ser jinê ye. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku, “heta ku em ji zalimên welêt xilas bibin, têkoşîna me dê bidome.” Ji bo me zelal e ku ev serhildana îro li Îranê, berdewamiya şoreşa civakî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ye û piştî qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku di Îlona 2022’an de destpê kiribû ye.
Di çarçoveya protestoyan de 2217’an zêdetir kes hatine binçavkirin, ji 47’an zêdetir xwepêşandar hatine qetilkirin. Di hefteya duyemîn a serhildanê de ji 27’an zêdetir bajar û 88 navçe tevlî protestoyan bûne, gelek bajarên Rojhilat hatine rizgarkirin. Bûyer heta Tahranê gihîştine, li wir şer û pevçûn bi polîs û hêzên leşkerî re çêbûne. Li zîndana Evîn a Tahranê, girtiyên Kurd Zênyep Celaliyan û Werîşe Muradî, ji bo piştgiriya protestoyên gel, greva birçîbûnê ya jinên girtî dimeşînin.
Em rejîma Îranê ya ku zêdetirî 40 sale bi siyaseta dîktatoriyê ya bi tirs û zordariyê, gelên Îranê di bin zordestiyê de dihêle, êşkence dike û qetil dike, şermezar dikin!
Bi heman awayî, li bajarê Helebê, taxên Kurd ên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, ji ber ambargoya ku ji aliyê komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyê û hikûmeta Sûriyeya Serdest ve tê meşandin, bi krîzeke mirovahî ya giran re rû bi rû ne. Gel zêdetirî 4 mehane di nava birçîbûn, neçûna derman û krîza enerjiyê ya kûr de dijî. Ji 6’ê Çileyê û vir ve, komên çekdar ên cîhadî êrîşeke leşkerî li ser van taxan destpê kirine. Ev şerê tunekirinê ye ku li dijî gelê Kurd tê meşandin. Artêşa Sûriyê, bi komên çete re û bi piştgiriya Tirkiyê, bi çekên giran û bombebaranê êrîşî gelê Kurd dike. Nexweşxane û cihên sivîl tên bombebarankirin, jin û zarok ji aliyê çeteyan ve tên revandin. Di nav vê şerê li dijî mirovahiyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Helebê li dijî qirkirineke nû ya li ser gelê Kurd radiwestin, ji bo rawestandina vê şerê ferzkirî û peydakirina rêyên diyalog û aştiyê têdikoşin.
Di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku tevahiya cîhanê dihejîne de, jin û gel dê li dijî qirkirinê û ji bo jiyana azad têbikoşin!
Li Venezuela, Filistîn, Sûdan an jî Kurdistanê!
Em careke din li hemberî teror, faşîzma dewletê û hovîtiya şer, berxwedana jin û gelên Kurdistanê yên ku ji bo cîhanê mînakeke rûmetê didin, silav dikin.
Biji berxwedana gelê Rojava, gelê Rojhilat û gelê Îranê!
DERBASBÛN TUNE!”