Jinên Êzidî û Ereb dê ji qada 8’ê Adarê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin

Jinên Êzidî û Ereb yên xwe ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku ew ê bi kêşxweşî û coşa peyama Abdullah Ocalan roja xwe pîroz bikin û dê ji qada 8’ê Adarê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin.

Şengal – Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Êzidî bi coş û kelecaneke mezin lez dane kar û xebatên xwe yên şahiya 8’ê Adarê. Di çarçoveya kar û xebatên 8’ê Adarê de gelek civîn, semîner û serdan pêk hatin, belavok hatin belavkirin û pankart hatin daliqandin.

Bi taybetî coş û kelecana jinên Êzidî bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hemû jinan bi taybetî jî ji bo jinên Êzidî cozê mezintir kir. Peyama ku 8’ê Adarê li qadan were xwendin coş û kelecana heyî ya jinên Êzidî derxist asta herî jor. Jinên Êzidî diyar dikin ku îsal bi bang û peyama Abdullah Ocalan dê 8’ê Adarê pîroz bikin û dengê xwe bigihînin Îmraliyê.

Têkildarî 8’ê Adarê, peyam û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Êzidî ji ajansa me re behsa kelecana xwe ya girtina silavên Abdullah Ocalan û daxwazên xwe kirin.

Jinan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin

Mehran Şengalî bal kişand ser wêne û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat parvekirin û got ku ew bi dîtina wêneyên Ocalan gelek kêfxweş bûne. Her wiha destnîşan kir ku wêne tenê têrî nake pêwîst e Ocalan bi awayekî fîzîkî jî azad bibe û ev tişt anî ziman: “Em bi peyama Rêber Apo û dîtina wêneya wî gelek kêfxweş bûn. Lê em dibêjin heta 4’ê Nîsanê divê Rêber Apo bi fîzîkî jî azad bibe û were çiyayê Şengalê.”

Mehran Şengalî îşaret bi pîrozbahiya 8’ê Adarê kir û tişt got: “Em ê weke jinên Êzidî û Ereb bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin. Divê jinên Êzidî zêdetir tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin. Heke beriya fermanê me fikrên Rêber Apo zanibûya, ev tişt nedihat serê me, ewqas jin nediketin destên DAIŞ’ê û ewqas kes nedihatin qetilkirin, revandin û firotin.”

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê dengê xwe bilind bikin’

Mehran Şengalî girîngiya hemleya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendîn’ bi bîr xist ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û hê jî didome û got ku domandin û xurtkirina hemleyê gelek girîng e, ji ber divê êdî Ocalan bi fîzîkî azad be.

Mehran Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku roja 8’ê Adarê tevlî pîrozbahiyê bibin û ji bo azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

‘Di demsala biharê de jin jî wek xwezayê şîn û geş dibin’

Nûrê Şengalî jî 8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû jinên cîhanê pîroz kir. Nûrê Şengalî da zanîn ku 8’ê Adarê ji bo wan rojeke gelek girîng e ji ber heta naskirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan 8’ê Adarê di nava jinên Êzidî de nehatiye pîrozkirin û wiha got: “Piştî naskirina fikrên Rêber Apo jinên Êzidî, civaka Êzidî der barê 8’ê Adarê de bûn xwedî agahî û her sal pîroz kirin. 8’ê Adarê dikeve destpêka biharê, di demsala biharê de xweza şîn dibe, weke xwezayê jin jî geş dibin.”

‘Peyam û dîtina wêneyê Rêber Apo mizgîniya herî xweş e’

Di berdewama axaftina xwe de Nûrê Şengalî kêfxweşiya xwe ya ji bo peyam û dîtina wêneyên Abdullah Ocalan û silavên  wî yên ji bo jinan şandine, anî ziman û got ku peyama Ocalan a dîrokî û bi taybetî silavên wî yên ji bo jinan ji wan re mizgîniya herî xweş, watedar bûye û ji bo wan bûye hêzeke mezin.

Nûrê Şengalî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran de jî jinên Êzidî û civaka Êzidî ji bîr nake, di her peyamên xwe de cih dide Êzidiyan û wiha pêde çû: “Di nava şertên esaretê de jî ji bo civakên bindestan têdikoşe. Rêber Apo tu carî jinên Êzidî yên ferman li serê wan hatin rakirin ji bîr nake. Ji bo jinên Êzidî xwe bi fikrên azad xurt û birêxistin bikin her dem pêşniyaran ji wan re dike. Ji ber vê 8’ê Adarê em ê ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re bişînin.”

‘Em ê silavên xwe bişînin’

Di dawiya axaftina xwe de Nûrê Şengalî destnîşan kir ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, bi serkeftî meşandina pêvajoya nû û destekê têkoşînê bilindtir bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êdî peyam tenê terî me nake. Pêwîst e Rêber Apo azad bibe û were navbera me. Daxwaza me ji jinên Êzidî ew e ku bi cil û bergên xwe yên kurdewar tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin û em bi yek dengî silavên xwe ji Rêber Apo re bişînin. Dubare ez 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”