Jinên Êzidî li hêviya peyama Ocalan in
Jinên Êzidî yên ku piştî salên dirêj dest bi pîrozkirina 8’ê Adarê kirine, bi dilekî germ li hêviya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

CÎLAN ROJ
Berî her tiştî bi germahî û coşa peyama dîrokî ya Rêber Apo ez 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim. Niha ber bi nêzikbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her derê bi reng û dengê jinê tê xemilandin. Lê ez dixwazim beriya behskirina mijara xwe ya esasî, bi kurtasî qala ‘8’ê Adarê çawa bû 8’ê Adarê?’ bikim. Di sala 1857’an de li fabrîqeyeke New Yorka Amerîkayê 40 hezar karkerên jin ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bo serarastkirina şert û mercên kar, dest bi greveke giştî kirin. Lê desthilatdaran tehemûlê serî rakirina jinan nekir û ji bo astenkirina çalakiyên jinan, bi hêzên xwe yên ewlekariyê dest bi êrîşan kir û jinan di fabrîqayê de kilît kirin. Piştî ku jin di fabrîqayê de hatin kilîtkirin, hêzên desthilatdar agir bi fabrîqayê xistin û di encamê de 129 jin hatin qetilkirin û bi dehan jin jî birîndar bûn.
Clara Zetkîn û hevalên xwe pêşniyar kirin
Helbet piştî qetilkirina jinan, roja jinan nehat pîrozkirin, 129 jin her sal tenê bi merasîman dihatin bibîranîn. Lê piştî 59 salan di 1910’an de di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de Clara Zetkîn û hevalên xwe 8’ê Adarê yanî roja qetilkirina 129 jinên karker, ji bo ku her sal wek ‘Roja Jinan’ were qebûlkirin, pêşniyarek kirin û bi vî awayî ev pêşniyar hat qebûlkirin. 10 sal piştî qebûlkirina pêşniyarê jî navê rojê wek ‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ hat guhertin.
Piştre roja qetilkirina jinan li her derê cîhanê li dijî desthilatdariya mêr wek roja serhildanê hat nirxandin û wisa hat pêşwazîkirin. Bi taybetî 8’ê Adarê li Kurdistanê piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê gihîşt wateya xwe ya rast û her sal bi vê zanebûnê hat pîrozkirin.
Heta sala 2014’an tevlîbûna jinên Êzidî kêm bû
Di paragrafa beriya niha de jî me anî ziman, 8’ê Adarê piştî derketina tevgera azadiya Kurdistanê li Kurdistanê gihîşt wate û cewhera xwe ya rasteqîn. 8’ê Adarê her sal bi têgihîştina jina azad, civaka azad ku bingeha xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire, li Kurdistanê hat pîrozkirin. Lê belê 8’ê Adarê Roja Jinan ku di encama qetilkirina jinan û têkoşîna jinan de hatiye qebûlkirin, heta 2014’an ji hêla jinên Êzidî yên Şengalê ve hema bêje nedihat zanîn û pîrozkirin. Ji aliyê hinek kesên ku hejmara tiliyan derbas nedibû ve, tenê wekî nav dihat zanîn lê wate û serpêhatiya vê rojê nedihat zanîn. Ji ber hêzên ku xwe li Şengalê bicîh kiribûn jinên Êzidî û civaka Êzidî wekî her tiştî ji 8’ê Adarê jî bêpar hiştibûn. Ji bo jin û civak zane nebin û xwe nas nekin çi ji destê wan hat kirin û encama vê nêzîkatiyê jî li Şengalê fermana 74’an e.
Piştî naskirina paradîgmaya Rêber Apo, wate û girîngiya 8’ê Adarê nas kirin
Jinên Êzidî, civaka Êzidî piştî fermana 74’an ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji hêla çeteyên herî hov ên cîhanê, DAIŞ’ê ve pêk hat, piştî qetilkirina bi hezaran Êzidî û firotina jinên Êzidî yên li sûkan û piştî fermanê naskirina paradîgmaya Rêber Apo, wate û girîngiya 8’ê Adarê nas kirin. Yanî di encama ferman û berdeleke giran de 8’ê Adarê nas kirin! Piştî vê yekê her sal jinên Êzidî 8’ê Adarê di nav şer, pevçûn û têkoşînan de pîroz û pêşwazî kirin. Di nava 9 salan de her tim ber bi 8’ê Adarê ve yan êrîşeke dijmin pêk dihat, yan hewldana dagirkeriyê çêdibû, yan tifaqên qirêj pêk dihatin, yan jî şehadet pêk dihatin û hwd. Civaka Êzidî bi taybetî di meha Adarê de gelek pêşengên xwe yên şoreşê şehîd dan û bi vê hêrs, kîn û têkoşînê 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Mînak, par çend roj beriya 8’ê Adarê û roja 8’ê Adarê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehadet pêk hatin. Ew roj jinan bi vê hêrsê 8’ê Adarê pîroz kirin û sonda xwe ya serî rakirin û têkoşînê dûbare kirin.
9 sal in li çiyayê Şengalê 8’ê Adarê tê pîrozkirin
Şengalê, nemaze jinên Êzidî, tevî ku em dikarin bêjin 9 salên dawî 8’ê Adarê û ruhê wê yê têkoşînê nas dikin, gelek berxwedan û têkoşîna bi heybet li dîroka xwe zêde kirin. Dê jinên Êzidî 8’ê Adara îsal bi peyama dîrokî ya Rêber Apo û silavên wî yên ji jinan re şandiye, wê vê roja xwe pêşwazî û pîroz bikin. Jinên Êzidî bi vê coş û kêfxweşiyê lez dane kar û xebatên xwe yên 8’ê Adarê û xwe ji bo roja xwe amade dikin. Wisa dixuyê ku jinên Êzidî yên ku hêz û moralê ji peyama Rêber Apo girtine, di vê 8’ê Adarê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dakevin qadê û silavên xwe bigihînin Rêber Apo. Jixwe coş û şahiya ku roja ragihandina peyama Rêber Apo ji hêla jinan û civaka Êzidî ve hat nîşandan, nîşaneya vê yekê ye.
Jin ber bi jiyana azad ve dimeşin
Jinên Êzidî dê kurt û kurmancî, qetilkirina 129 jinan bû çirûska yekem ku jin ji bo mafên xwe rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Piştre ev çirûska yekem bi tevgera azadiya jinên kurd re bû meşale, meşaleya ku hemû jinan ronî dike û niha bi milyonan jin bi vê ronahiyê ber bi jiyana azad ve dimeşin. Jinên Êzidî ku zincîrên koletiyê şikandin û bala hemû dinyayê kişandin ser sûcên dermirovane yên li hember wan hatine kirin, bi peyama Rêber Apo re coşa xwe zêde kirin. Jinên Êzidî divê bi tevahiya hêza xwe, di pîrozbahiya 8’ê Adarê de piştgiriya xwe ya ji bo Rêberê xwe bînin ziman.