Jinên Êzidî li dijî cezayên darvekirinê bang kirin
Komîta Têkiliyên Derve ya TAJÊ li dijî biryara darvekirinê ya li ser çalakvanên jin ji aliyê Îran ve hatiye girtin name nivisîn.
Şengal – Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî biryara darvekirinê ya ji bo çalakvanên mafên jinan Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî nameyek nivîskî şandin ji Saziya Mafên Jinan ya Ewropayê û saziya Lêvegera Olî ya Şîaa li îraqê re şandin.
Tevgera azadiya jinên Êzidî di nameya xwe de tekoşîn û berxwedana hersî jinan silav kirine û xwedî derketina li çalkvanên jin hatiye kirin. di heman demê de bang li saziyên mafê jin û mirovan hatiye kirin ku ji bo ku pêşiya vê kerasetê bigirin, erk û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî divê pêk bînin.
Nameya TAJÊ wiha ye:
“Di dîroka mirovahiyê de bi hezarê salan ji milê desthilatdaran ve gelên bindest her dem rastî zilm bê edaletî û bê mafiyê hatine. Ev 5 hezar sal e, bi zihniyeta baviksalarî, zihniyeta netewperestî, nijadperstî, zayendperstî li ser gelên bindest, taybet li ser jinan hemû rêbazên tundiyê di meriytê de ye. Bêguman gelek rêbazên qirkirinê hene, yek ji wan rêbazan, sîstem ango zihniyeta darvekirinê ye. Rejîma Îranê bi salan e li ser civakên, kurd, fars, Belûc, Azerî, Ereb her wekî din, sîstemek îdamkirina mirovan taybet li ser jinan pêk tîne. Her ku diçe van kiryarên xwe ya der qanûnî û mirovî rewa dike. Dewleta Îranê xwe bi dewleta Îslamî bi nav kiriye, bi navê demokrasî û wekheviyê dipeyive, lê ji sîstema îslamiyetê derketiye bûye sîstema darvekirinê. Li ser jinên Îranê zaxtek zêde ya derûnî, tundî tê meşandin, li ber çavê cîhanê zindana Evîn a jinan li Îranê vegeriyaye zindana îşkence, kuştin û qirkirina jinan.”
‘Li hemberî zilmê bêdengiyek heye’
Dewleta Îranê tenê di sala 2024 an de 831 kes yê ku tê zanîn darve kirine û bi sedan jî li benda biryara darvekirinê ne. Mirov bê ku werin dadgeh kirin têne bidar vekirin, ev kiryar ne li gor ola Îsamî ye û ne jî li gor zagonên mafê mirovan e û zagonên mafê mirovan bin pê dike. Ruxmê vê yekê civakên navdewletî li hemberî vê zilmê bê deng û bê helwest in.
Bang: Berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin
Van demên dawî biryara darvekirina jina kurd rojnemevan Pexşan Ezîzî û çalakvana sivîl Şerîfe Muhemedî hat dayîn. Herî dawî jî, ji milê rejîma Îranê ve biryara darvekirina çalakvana mafê jinan, jina kurd Werîşe Muradî hat dayîn. Bi darvekirinê dixwazin dengê tekoşîna jina azad û civaka azad bê deng bikin, gelo maf parastin suc e. Em tevgera azadiya jinên Êzidî biryara darvekirinê qebûl nakin, êş û tekoşîna jinên Rojlilatê kurdistan û Îranê êş û tekoşîna xwe dibînin. ji bo avakirina jiyanek azad û demoratîk, em dibêjin bila êdî dawî li vê sîstema darvekirinê bê anîn, ev biryarê cezayên der mirovî demildest bêne rakirin. Di dawî de em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo dawî anîna vê sîstema darvekirinê bang li mafê mirovan dikin, bang li civakên navnetewî saziyê jinan dikin daku, pêşiya vê kerasetê bigirin, erk û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û wijdanî pêk bînin.”