Jinên Êzidî dixwazin Abdullah Ocalan bibînin
Jinên Êzidî diyar kirin ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûbirû bibînin û destnîşan kirin ku divê Ocalan bi xwe peyama xwe ya ku ji civak û jinên Êzidî re şandibû, rûbirû bîne ziman.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Beriya çend rojan Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke ragihand ku ew jî tevlî pêngava ‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin’ dibin ku li gelemperiya cîhanê hatiye destpêkirin.
Jinên Êzidî yên Şengalê ku li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe birêxistin û bihêz dikin anîn ziman ku ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin.
‘Şervanên Rêber Apo bi hawara me ve hatin’
Berdevka Meclîsa Jinê a Xanesorê Cano Xanesorê diyar kir ku jinên Êzidî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûbirû bibînin û wiha got: “Em ber bi salvegera fermanê ve diçin. Dema fermanê, ji derveyî şervanên Rêber Apo tu kes bi hawara me ve nehat. Rast e Rêber Apo li zindanê bû lê bi banga wî re şervanên wî bi hawara me ve hatin. Hêzên ku gotin em ê xwedî li Êzidiyan derkevin roja fermanê li pişt xwe jî nenihêrtin û reviyan. Fikrên ku civaka Êzidî rakirin ser piyan, fikrên Rêber Apo bûn. Em jin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo zane û birêxistin dikin. Çawa Rêber Apo rastiya jinê berbiçav kir, em jî dixwazin wî bibînin. Ev 11 sal in em xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde dikin. Ev 11 sal in tu kesî ji bo civaka Êzidî tiştek nekiriye, çi hikûmeta Iraqê çi jî hêzeke din. Heta niha Iraqê jenosîda li ser civaka Êzidî ku li ser axa Iraqê pêk hat, qebûl nekiriye. Derveyî fikrên Rêber Apo feydeya tu hêzeke din ji bo me nîne.”
‘Tevî zor û zehmetiyan jî me fikirî’
Cano Xanesor bi van hevokan bersiva pirsa “çima dixwazin Ocalan bibînin?” da: “Me ji bo çi dest bi pêngavê kir? Ji ber ku me xwe li se fikrên Rêber Apo perwerde û birêxistin kir û em dikin jî. Rêber Apo dibe bi fîzîkî ne azad be lê fikrên wî azad in û fikrên wî civakên bindest rizgar dikin. Em dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bibînin. Hevdîtinan tenê malbat û partiyê siyasî dike lê em dixwazin wek jin û civak jî wî bibînin. Dema em Rêber Apo bibînin em ê bêjin em gelek kêfxweş in ku ev 11 sal in em bi fikr û felsefeya te xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Tevî hemû zor û zehmetiyên ku tu di nav de bûy jî te em fikirîn.”
‘Em dixwazin Rêber Apo rûbirû bibînin’
Endama Meclîsa Jinê ya Sinûnê Wehîde Hecî destnîşan kir ku ew wek jinên Êzidî pir dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û ev nirxandin kir: “Em dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî azad bibînin. Em dixwazin Rêber Apo peyama xwe ya ji bo jin û civaka Êzidî şandiye, bi xwe ji me re bêje. Divê her kes fikrên Rêber Apo bixwîne û bide xwendin. Em nêzî salvegera fermanê dibin û em dixwazin di 11’emîn salvegera fermanê de Rêber Apo bibînin. Em dixwazin kesê ku me ji fermanan xilas kirî rûbirû bibînin û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî çi bikeve ser milê me jinên Êzidî em ê bikin.”
‘Xwedîderketina banga Rêber Apo bersiva 74 fermanan e’
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî bi kurtasî ev tişt anîn ziman: “Em dixwazin Rêber Apo bibînin. Ji bo çi dibêjin em Rêber Apo bibînin; Banga Rêber Apo ji bo jinên Êzidî, civaka Êzidî û ji bo hemû cîhanê bangeke dîrokî ye. Niha em nêzîkî fermanê dibin, heta niha jinên Êzidî li sûkan tên firotin, gorên komî nehatine vekirin. Em dixwazin civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Em dixwazin bi xwedî derketina li banga Rêber Apo re bersiva 74 fermanan bidin.”