Jinên Êzidî: Bi yekîtiyê emê serbikevin
Jinên Êzidî yên ji bo Hilbijartinên Giştî yên Iraqê çûn dengdanê anîn ziman ku divê civaka Êzidî dengê xwe bide namzetê xwe. Jinan gotin ku her dengdanek bersiva li hemberî fermanê ye.
Şengal – Hilbijartinên Giştî yên Iraqê îro danê siharê destpê kir. Zêdetirî 20 milyon dengdêr li seranserê welat di bin tedbîrên ewlehiyê yên zêde de dengên xwe didin. Li Şengalê jî zêdetirî 100 hezar kes diçin ser sindoqan.
Jinên Êzidî yên çûn dengdanê nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin ku divê gelê Êzidî dengê xwe bide namzet Nizar Heskanî.
‘Divê jinên Êzidî bibin yek’
Tewra Şêxa ya ji Şengalê anî ziman ku beşdarbûna hilbijartinê ji bo wan bersivdayîna êşên fermanê ye ku hê jî zindî ye. Tewra Şêxa wiha got: “Di dema fermanê de kesek ji bo me civaka êzidî tiştek nekir. Em jî taybet wek jinên êzidî îro di roja dengdanê hilbijartinên Iraqê de rabûne û me dengê xwe bikar aniye. Em reyên xwe bidine xwe ger em reyên xwe nedin xwe dîsa yê fermana serê me de rabikin. 3 meha 8 çawa hat bi serê me de yê dîsa wiha li civaka me ya êzidî bikin. Bi taybet bi serê me jinên êzidî de çi anîn? Çi ji wan dayîk û xwişkê me hat? Hê jî wenda ne. Pêwîste civaka me rabe ser xwe ger ranebe serxwe yê em ê dîsa rastê fermanên dijwartir werin. Bi taybet jî hemû jinên êzidî bibin yek û dengê xwe bikar binîn û reyên xwe bidin doctor Nîzar. Ew jî kurek êzidî ye û fermana ji bîr nekiriye tişta ya baş ew ê ji civaka me re bike. Bila hemû gelê me dengê xwe bikar bînin.
‘Bi yekîtiyê emê serbikevin’
Welatiya din Dilo Şengalî jî got hêviya wan ew e ku civaka Êzidî rabe û dengê xwe bikar bîne. Diilo Şengalî ya got “Dengê xwe bidin doktor Nizar Heskanî” axaftina xwe wiha domand: “Ev çend sale em dengê xwe bikar tînin û parlementer derdikevin. Yên derketin hemû ji bo berjewendiyê xwe milet bikar anîn, civakê bikar anîn. Yê ku ji civaka me re tiştek bike Doktor Nizar e. dengê xwe bila miletê me bikar bîne û bide doktor Nizar Heskanî. Vê carê ger wek civaka êzidî em tifaqa xwe çêbikin em ê bi ser bikevin em di wê baweriyê de ne.”