Jinên Êzidî bi perwerdeyan rêxistinbûna xwe bihêz dikin
Jinên Êzidî ku tevlî dewreya perwerdeya 15 rojan bûn, anîn ziman ku bi rêya perwerdeyên bi vî rengî hem xwe, hem civaka xwe birêxistin dikin û pêşî li fermanên din digirin.

Şengal – Jinên Êzidî bi rêya dewreyên perwerdeyan xwe bipêş dixin û rêxistinbûna xwe xurt dikin. Li ser vê esasê di 10’ê Gulanê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi tevlibûna jinên sazî û meclîsan, li Akademiya Şehîd Binevş Agal a Şengalê bi navê Dewreya Şehîd Zelal Efrîn ji bo 15 rojan dewreyeke perwerdeyê ya girtî vekiribû. Di dewreyê de li mijarên wek dîroka jinan, dîroka Êzidayetiyê, Jineolojî û hwd. Perwerd e hatin dayîn.
Dewreya perwerdeyê ku beriya 15 rojan hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdeya 15 rojan bibûn, nêrînên xwe bi kurtasî bi ajansa me re parve kirin.
‘Bi perwerdeyê em ê pêşiya fermanên din bigirin’
Endama Meclisa Jinê ya Dohlayê Xalya Hisên diyar kir ku di vê pêvajoyê de dîtina perwerdeyeke bi vî rengî, pir baş bûye û wiha got: “Ez dixwazim hemû jin bi rêya perwerdeyê xwe bipêş bixin û bi rêxistin bikin. Ger beriya fermanê em bi rêxistinî û zane bûna, tiştên di fermanê de hatin jiyîn îro nedihat jiyîn. Dibe dîsa êrîş pêk bihatana, lê encam dê ne wisa bûna. Ji ber vê yekê jinên Êzidî ji bo pêşîgirtina fermanên dîtir divê xwe perwerde û birêxistin bikin. Tabî ne tenê jinên Êzidî, dive hemû jinên cîhanê xwe perwerde û birêxistin bikin.”
Li ser girîngî û armanca komînan perwerde
Berdevka Meclîsa Jinê ya Xanesorê Cano Şingalî da zanîn ku ew di perwedeyê de li ser girîngî û armanca komînan perwerde dîtine û ev tişt anîn ziman: “Li ser esasa em xwe bipêş bixin û birêxistin bikin, em tev li perwerdeya fikrî ya 15 rojan bûn. Me di dewreya perwerdeyê de li ser girîngî û armanca komînan û her wiha li ser esasa civak bi komînan çawa xwe birêxistin bike û xwe bi xwe rêve bibe, perwerde dît. Niha me li Şengalê dest bi avakirina komînan kiriye.”
‘Pêwîst e her jinek xwe perwerde bike’
Di heman mijarê de endama Meclîsa Jinê ya Şengalê Nedo Şingalî destnîşan kir ku pêwîst e jin xwe perwerde bikin û wiha axivî: “Em li vir ji bo pêşxistin û birêxistinkirina jinên Êzidî dewreyên 10-15 rojan vedikin. Di nav 15 rojan de bi taybetî me li ser jineolojî û komînan perwerde dît. Pêwîst e her însanek bi taybetî jin xwe perwerde bikin, ji ber ku perwerde însanan bipêş dixe, xurt dike û birêxistin dike.”
‘Em xwe bipêş dixin û birêxistin dikin’
Endama Meclîsa Jinê ya Zorava Neam Zorava ragihand ku tevlibûna perwerdeyeke bi vî rengî, cîhê kêfxweşiyê bûye û wiha pê de çû: “Bi rêya perwerdeyan em xwe bipêş dixin, zana dikin û birêxistin dikin. Ez cara yekem e tevlî perwerdeyeke girtî dibim û ev ji bo min serkeftinek e. Di dewreya perwerdeyê de ez gelek tiştan fêr bûm. Bi rêya perwedeyan em hem xwe birêve bibin hem jî hemû civakê bi rê ve bibin.”
‘Divê dewreyên perwerdê her tim bên vekirin’
Endama Meclîsa Jinê ya Xanesorê Şîrîn Xanesor jî li ser bandora perwerdê ya li ser jinan rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Perwerdeya 15 rojan pir baş derbas bû. Divê perwerdeyên bi vî rengî her tim bên vekirin da ku em bikaribin xwe û civaka xwe pêşbixin û birêxistin bikin. Me li ser komîn, jineolojî, rastiya civaka Êzidî û hwd. me perwerde dît. Em gelek tiştên nû fêr bûn.”