Jinên Êzidî bi jinên 7 welatan re hevdîtin pêk anîn

Heyeta ku ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk dihat bi sazî û rêxistinên 7 welatan re li Silêmaniyê hevdîtin pêk anî.

Şengal – Di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê Hevgirtina Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) Yekemîn Kongreya xwe li dar xist û ji nêzî 20 welatan jin beşdarî kongreyê bûn. Li ser navê jinên Êzidî jî heyetek ji Dîplomasiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk dihat, beşdarî kongreyê bûn. Piştî kongreyê heyeta ji Şengalê li Silêmaniyê bi heyetên 7 welatan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin bi sazî û rêxistin jinan ên Yemen, Misir, Morîtanya, Sûdan, Somal, Afganistan û Ûrdûnê re hat çêkirin.

Di hevdîtinan de erk, mîsyon û girîngiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya xweser hat vegotin. Her wiha li ser mijarên wekî hêzên parastinê, ferman, bi taybetî jî li ser rewşa jinên dîlgirtî û naskirina jenosîdê bi jinên 7 welatan re nîqaş hatin kirin. Ji hêla din ve pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ a ku TAJÊ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û girîngiya pêngavê ya ji bo jinên Êzidî û hemû jinên Rojhilata Navîn, agahî hatin dayîn.

Di hevdîtinan de girîngiya têkoşîna hevbeş a jinan a ji bo demên pêş jî hat nîqaşkirin.