Jinên Êzidî: Berfîn Nûrhaq mamosteya fikrê azadiyê bû

Jinên Êzidî behsa fermandar Berfîn Nûrhaq kirin û diyar kirin ku wê bi rih û dilpakiya xwe li çiyayên Şengalê wek fermandarek pêşeng kedek pir mezin daye.

FARAŞÎN MERVAN

Şengal – Fermandar û şoreşger Berfîn Nûrhaq (Hanim Demîr) ku hat aşkerakirin di 13’ê Kanûna sala 2021’an de li Garê nemir bûye, li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê tê bibîranîn. Yek ji van deveran jî, Şengal e. Dayîkên Êzidî Behsa tekoşîn û keda Berfîn Nûrhaq kirin ku Li  Şengalê dema fermana di sala 2014’an de çêbû, bi hatina şervanên azadiyê re jinên Êzidî xwe nas kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Berfê Êlyas behsa naskirina xwe ya bi Berfîn Nûrhaq re kir û wiha got: “Min Heval Berfîn di sala 2015’an de nas kir. Di kêliyên herî zehmet yên civaka Êzidî û jinên Êzidî de Heval Berfîn li gel me bû. Zarokên me perwerde dikir. Mirov digot qey ew jî zarokek vê axê ye.”

‘Ew fermandar û mamoteya keçên me êzidiya bû’

Berfê Êlyas diyar kir ku Berfîn Nûrhaq ji bo ciwan û jinên Êzidî bûye hêza tekoşînê û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ew fermandar û mamosteya keçên me Êzidiyan bû. Hem koordîneya şer bû hem jî mamoste bû. Nêzîkbûna wê ji bo me dayîkên êzidiya jî perwerdekar bû. Bi rih û dilekî paqij di çiyayê Şengalê de kar û xebat da meşandin. Ji me re bi taybetî jî ji bo zarokên me, bû hêzek. Ev ji çavên wê yên bi hêvî de xuya dibû. Me bi wan hevalan re fikir û felsefa Rêber Apo nas kir. Bi ked û hêza wan hevalan, Şengal ji destê DAIŞ’ê xilas bû. Bi saya heval Berfîn û hevalên wê niha îro em wek civaka Êzidî li ser axa Şengalê bawerî û jiyana xwe didin domandin. Ew ji bo me jinên Êzidî, bûn parezvanên çanda me.

‘Heya dawî em ê li mîrateya wan xwedî derkevin’

Berfê Êlyas di dawiya axaftinê xwe de anî ziman ku wan wek jin, bi saya ked û hêza wan xwe nas kiriye û wiha got: “Îro ger di nav civaka Êzidî de hêza jinên Êzidî derketibe holê, hemû keda heval Berfîn û hevalên şehîd e ku di ber me de ked dan. Tevgera Azadiya Jinê gelek şehîd li ser vê axê dan û wan şehîdan jî hemûyan emanetê me kirin. Îro em jî hewl didin ku em xwedî li wan şehîdan derkevin, xwedî li keda wan şehîdan derkevin. Xwedî derketina me ji bo Şengalê jî, em ê tu carî wek jinên Êzidî nehêlin keda wan hevalan vala biçe û dijmin Şengalê bigre. Heya dawî em ê tekoşîna xwe xurttir bikin. Biranîna herî esasî ew e ku em li keda Heval Berfîn û hevalên wê xwedî derkevin.”

‘Di rojên herî teng de Şehîd Berfîn li kêleka jinên Êzidî bû’

Her wiha endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Simo jî behsa naskirina xwe û Berfîn Nûrhaq kir û anî ziman ku jinên tekoşer dema ku bi hawara Şengalê û jinên Êzidî de hatin ew matmayî mane û hêza xwe bi wan re naskirine. Zozan Simo hestên xwe wiha anî ziman: “Heval Berfîn kedek mezin di Şengalê de da. Dema ku ferman rabû û keçên Êzidî di nav lepên DAIŞ’ê de man, heval Berfîn û rêhevalên wê bi hawara Şengalê û jinên Êzidî ve hatin. Wan hevalan di ber jinên Êzidî de gelek kedek mezin dan. Heval Berfîn kêlî bi kêlî li Şengalê şer kir. Wek jinên Êzidî em îro li pey şopa heqîqeta Heval Berfîn in. Her wiha îro ciwanên me yên Êzidî jî bi xwedî derketina li axa Şengalê û parêzvanibûna xwe, xwedî li keda Heval Berfîn û wan şehîdên ku li Şengalê kedek bêhempa dane derdikevin û parêzvaniya axa xwe dikin. Şehîd Berfîn kedek mezin li Şengalê da, em jî nahêlin ew keda ku wê daye vala biçe. Şehîd Berfîn bi hawara jinên Êzidî de di rojên herî teng de hat. Dema ku me jî wê dît; em hinek eceb man, me digot van jinan bi çek in û bi hawara me de tên. Hêza wan şervanên jin me matmayî hiştibû. Me bi wan re hêza xwe nas kir.”

‘Me fikrê Rêber Apo bi wan re naskir’

Zozan Simo diyar kirin ku ew heya dawiyê li pey şopa fikrê Rêber Apo û keda şehîda ne û wiha pê de çû: “Fikrên azadiyê yên Rêber Apo wan fêrî me jinên Êzidî kirin. Wek jinên Êzidî tu carî em ked û texba heval Berfîn û rêhevalên wê jibîr nakin. Heya dawiyê jî em ê bi tekoşîna xwe xwedî li keda wan derkevin. Bi sedan ciwan û jinên Êzidî îro li pey şopa Heval Berfîn û hevalên şehîd dimeşin xwedî li keda ku wan di ber Şengalê de dane derdikevin. Ne ji wan hevalan bûya, îro me nikaribû em li vir kom bibin, têbikoşin. Wek civaka Êzidî bi rastî jî di aliyê jinê de girtîbûnek hebû lê keda heval Berfîn û hevalên wê hiştin ku em fikir û felsefa Rêber Apo nas bikin û îro tekoşîna azadiya jinê bidin meşandin. Em wek jinên Êzidî wan xewn û xeyalê hevalên şehîd yê ji bo azadiya jinê em ê temam bikin û bighînin serkeftinê. Di her demê de dema ku em tên Şehîdgehê çawa ku em xwedî li şehîdê xwe derdikevin em xwedî li wan şervanên şehîd ê ku li şengalê ked dane jî xwedî derdikevin.”

‘Ew zarokên vê axê ne’

Zozan Simo got ku tu ferqa wan şervanan û zarokên wan ji hev tuneye û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Wan ji bo azadî û parastina vê xakê canê xwe dan. Ew zarokên vê axê ne. Em wek civaka Êzidî wan wiha digirin dest. Em tu carî keda wan jinên şerker ji bîr nakin û emê tekoşîna xwe her roj mezintir bikin. Em berhemên wê fikrê tevgera azadiya jinê ne. Em dûbare sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Em bermahiyê fermanekî ne û tu carî jî em wek jinên Êzidî wê fermanê ji bîr nakin. Em çiqas li axa xwe û çanda xwe xwedî derkevin, em ewqas li wan şervanên ku ked di ber Şengalê de dane jî xwedî derkevin.”