Jinên Êzidî: Şehîd Nazê sembola berxwedanê ye

Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ), şehîdên 3’êAdarê bi daxuyaniyekê bibîranîn û wiha gotin: “Em ê her tim li ser xeta şehîdan bimeşin”.

Şengal – Di 3’ê Adara 2017’an de bi armanca tunekirina deskeftiyên Gelê Êzidxanê bi planek hevpar a MÎT û PDK’ê, hêzên PDK’ê yên bi navê Pêşmergeyên Roj xwestin navçeya Şengalê Xanesor’ê dagir bikin. Li hemberî vê êrîşê di serî de jin, ciwan û tevahî Civaka Êzidî rabûn ser piyan û bi rojan li ber xwe dan. Di encama van êrîşan de Nazê Nayîf jî di nav de 10 kes hatin şehîd xistin. Ji bo bîranîna şehîdên 3’ê Adara 2017’an endamên meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) yên navenda Şengal, Tilezêr û Sîba li ser gora Şehîd Nazê Nayîf kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen hate dayîn.

‘Em tucarî xiyaneta peşmergeyên Roj ji bîr nakin’

Riham Hesen Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê şehîd Nazê Nayîf hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got: “Armanca xiyaneta Pêşmergeyên roj a sala 2017’an, ew bû ku dixwestin dîsa Civaka Êzidî tune bikin. Ji xiyaneta sala 2014’an têr nebû bûn, dixwestin bi vê êrîşê plana xiyanetê temam bikin. Di encama  van êrîşan de 10 kes hatin şehîd xistin û gelek jê jî birîndar bûn. Şehîd Nazê jî yek ji wan şehîdên xeta azadiyê bû her sal di vê rojê de em wê bibîr tînin û em di şexsê wê de hemû şehîdên tekoşînê bibîrtînin. Em weke Civaka Ezidî tu carî xiyaneta pêşmergeyan ku dixwestin Şengala pîroz bifiroşin ji bîr nakin û  her wiha em soz didin em ê her tim li ser xeta wê bimeşin, em wê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”

‘Şehîd Nazê sembola berxwedanê ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Riham Hesen bal kişand ser hedef girtina Şehîd Nazê û got: “Em weke jinên Êzidî tola şehîdan rakin. Şehîd Nazê di Şengalê de şax veda û di dilê her jineke têkoşer de jiyan dike, bûye sembola berxwedanê. Rêya Şehîd Nazê rêya parastin û rûmeta Civaka Êzidî ye, rêya rizgarkirina Şengalê ye. Em ê li ser vê rêyê bimeşin û li ber xwe bidin.’’

Riham Hesen soza şopandina şehîda de û wiha bi dawî kir: ‘’Şehadeta Şehîd Nazê mohra xwe li dîrokê xist. Li ser şehadeta Şehîd Nazê 9 sal derbas bûn lê 90 salê din jî derbas bibe wê her dem di bîra me de be û em ê her tim wê bi bîr bînin. Em îxaneta mala Barzanî jibîrnakin û wê li pêş çavên me be. Weke rêhevalên Şehîd Nazê rêya şehîdan wê erkê me yê sereke be û em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ dawî bû.