Jinên Êzidî: Çete li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê fermanê radikin
Endama Meclîsa TAJÊ ya Tilazêrê Leyla Şeref têkildarî êrişên Şêx Meqsûd û Eşrefiye û got “Van çeteyan bi awayekî hovane êrîşî gelê sivîl kirin, heta êrîşî nexweşxaneyan kirin ku nehîştin kesên birîndar bên dermankirin. Ev êrîşek li derveyî mirovahiyê ye.
CÎHAN ZEMO
Şengal – Çeteyên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) û dewleta Tirk, ji 6’ê Çilêyê vir ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi awayekî hovane êrîşî gel dikin. Di nav de jin û zarok gelek kes di encama van êrîşan de mirin.
Ji roja destpêkê ve gelên çar perçê Kurdistanê li kolanan li dijî van êrîşan xwepêşandanan li dar dixin. Derbarê êrîşên tên kirin de Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Tilazêrê Leyla Şeref û Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Sîbayê Zehdiye Şemo ji ajansa me re axivîn.
Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Sîbayê Zehdiye Şemo di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew bi roja ne ji bo gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li ser piya ne û wiha got: “Ji ber êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê me bi girseyî meşek li dar xist. Îro tiştên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tên kirin bi xwe, ferman e. Em dixwazin bi van çalakiyên xwe piştgiriyê bidin gelê me yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Li ser gelê me yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrîşên gelek giran hatin kirin, gelek şêniyên van taxan bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Metirsiyên mezin li ser gelê me yê Rojava hene. Pêwîst e her kes piştgiriyê bide berxwedaniya gelê me yê taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê.”
‘Heke îroj em rane be ser piya heman metirsî ji bo me Êzîdiyan jî derbasdar e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Zehdiye Şemo anî ziman ku çeteyan bi hejmarek mezin êrîşî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin e û di encamê de gelek kesên sivîl hatine qetilkirin û wiha got: “Pêwîste ji her kesî bêtir em Civaka Êzîdî piştgiriyê bidin gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Heke îroj em Civaka Êzidî dest nedin gelên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, dê sibe heman êrîş li ser civaka me jî wê bê kirin. Ev çend roj in van çeteyan komkujî li hemberî gelên sivîl pêk anî, di van êrîşan de gelek kes bi îşkenceyan hate qetilkirin. Pêwîst e hemû kes piştgiriyê bidin gelên me yên Rojava.”
‘Bi hezaran çeteyan êrîşî 300 endamên Asayîşa Hundirîn kir’

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Tilazêrê Leyla Şeref da zanîn ku ji 6’ê Çilêyê vir ve 42 hezar çeteyan êrîşî du taxan kirine û wiha berdewam kir: “Van çeteyan bi awayekî hovane êrîşî gelê sivîl kirin, heta êrîşî nexweşxaneyan kirin ku nehîştin kesên birîndar bên dermankirin. Ev êrîşek li derveyî mirovahiyê ye. Pêwîst e tu carî neyê qebûlkirin. Çawa ku roja fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dayîk û zarokên me kuştin, îro heman tiştî li serê gelê me yê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Ev çend roj e em êrîşên li ser gelê me yê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tên kirin, dişopînin. Hemû cihan jî komkujiya li wir tê kirin, temaşe dikin. Pêwîst e tavilê herkes piştgiriya gelê me yê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bike.”
‘Em û Rojava yek in’
Leyla Şeref taybet bang li jinên Êzidî kir û wiha got: “Çawa ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de gelên me yên Rojava bi hemû derfetên xwe ji bo civaka me seferber bûn, pêwîst e em jî, bi taybetî jinên êzidî, li hember van êrîşan bi rihê seferberiyê têbikoşin. Heta dilopek xwîna me hebe, pêwîst e em jinên êzidî piştgiriyêke mezin bidin gelên xwe yê Rojava.”